المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Yekîtiya Nivîskaran bi Boneya Salvegera 32emîn Semînarek ser Jiyana D Nûreddîn Zaza pêşkêş kir ..

0 79

Îro roja çarşemê” 7 ” ê cotmeha “2020 “an, Yekîtiya nivîskarên Kurdistana sûriyê , bi boneya salvegera “32” emîn sal li ser koçbarkirina têkoşerê kurd Dr, “Nûreddîn Zaza ” , semînarek li darxist li ofîsa PDK-S ya rojhilatî Qamişlo û ev yek bi amadebûna Yekîtiya Nivîskaran û partiyên Siyasî û herwiha kesayetên serbixwa.

Û herwiha semîner hate pêşkêş kirin ji aliyê M,”Ehmed Sofî “, endamê komîta herêmî ya PDKS.

Û M,”Ehmed Sofî “, di semînarê de bi giştî li ser dîrok û Jiyana xebatkar Dr,NûrEldîn Zaza, axifî.

Û herwiha ji rexekî dî ve” Sofî”bi awayekî ber fireh li ser kar û xebata wî ya neteweyî û kurdayetî anî ziman.

Û herwiha di derbarî vê semînerê de M,”Şemis Enter” berpirsa ofîsa Qamişlo ya Y,N,K,S,ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman:

” Weku tê zanîn salvegera” 32″ emîn ya koçbarkirina Dr, Nûreddîn Zaza, ku kesayetekî siyasetmedar û nivîskar û rewşenbîr bû û xwedî karîzmayeke siyasî û civakî bû û cihê xwe di nava civaka kurdî de girtibû, û ji ber vê yekê ta niha xelk li dîrok û nivîsandin û çîrokên wî yên navdar û balkêş guhdar dikin “.

û herwiha gotina xwe berdewam kir:

” ku Dr, Nûreddîn Zaza ne tenê welatparêz û siyasetmedar bû, nivîskarekî zîrek û jêhatî bû timî li ser derd û êş û azarên miletê kurd di anî ziman”.

Û herwiha ji rexekî dî ve got, di derbarî xebata wî ya neteweyî de :

” ku “Zaza”, Jiyana xwe di ber bilindkirina navê kurdan derbas dikir ji bilî hemû astengî û zordariyên lê dihatin kirin ji zindankirin û sirgonkirinê ji aliyê rêjîman ve, lê ev yek nebû kelem li pêşiya çalak û xebata “Zaza” ji wefadarî û dilsoziya ji bo doza Azadiya gelê xwe re” .

hin zaniyarî li ser Jiyan û Dîroka Dr,” Nûredîn Zaza “, :

Dr,”Nûredîn Zaza ” di sala “1919”an de ,ji dayîkbûya li gundekî nêzîkî Amedê li Bakûrê Kurdistanê, û ji malbatekî welatparêz û niştîmanperwer bû , û di sala “1925”an, ji ber ku melbata wî tevlî şoreşa Şêx Seîd Pîran bûn ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve hatin girtin ,û ji vê sedemê “Nûreddîn Zaza ” di wê demê de temen “7 “salî bû neçar bû bi birayê xwe re Dr, “Nafiz ” derbasî Kurdistana Sûriya  bûn û li bajarê Qamişlo bicih bûn.

Û herwiha Dr, “Nûredîn Zaza ” xwendina xwe ya seretayî û amadayî li Kurdistana sûriyê xwend,

û di sala “1945” an, berê xwe de welatê Lubnanê û li Beyrûtê xwendina xwe ya bilind di beşê Zanistên Siyasî de li zanîngeha Frensî bi dawî kir.

Û di sala “1949”an de, li gel hevalên xwe komeleya Xwendevanên kurd li Ewropa ava kir .

Û di “14”ê hezêrana sala “1957 “an , Dr, “Nûredîn Zaza ” , partiya Demoqiratî kurdî li sûriya ,hate damezirandina û bû yekemîn serokê wê partiyê .

Û herwiha Nivîskarê kurd “Dilawer Zengî”, li ser “Nûredîn Zaza” dibêje :

” ku ew xwediyê berhemên wêjeyî bû jî, û bi wan berhemên wêjayî wî karîbû xwe bike neynika civaka kurdî.

Û Di roja “7 ” ê cotmeha sala “1988” an, Dr,”Nûredîn Zaza “, di temenê xwe yê “69” salî de li welatê Siwêsra Jiyana xwe ji dest da, û li goristana bajarê” Lozan “bi xakê hat spartin..

 

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.