المجلس الوطني الكوردي في سوريا

KORBENDA ÇAKSAZÎ Û GUHERTIN XELEKEK GENGEŞEYÊ LI BAJARÊ QAMIŞLO LI DARXIST.

0 60

Korbenda Çaksazî û guhertin di xelekek nû de,  bi navnîşaniya (Rola hozan di rewşa ramyariya Sûriye anha û siberojê de }, di roja înê 16.8. 2019an de, li navenda korbenda Çaksazî û guhertin,li bajarê Qamişlo li darxist, bi rêveberiya M.Kazim Xelîfê û M.Feyrûşa Ebdirihman,endamên korbenda Çaksazî û guhertin.

 

Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Şoreşa rûmet û azadiyê rawestiyan.

Piştre rêveberiya korbend bi xêr hatina mêvanên beşdar kirin. Û piştre li ser mijarê baş hat gengeşe kirin.

 

Di derbarê vê yekê de, mamoste Kazim Xelîfê, endamê rêveberiya korbenda Çaksazî û guhertin ji malpera R-ENKSê re ragihand û anî ziman di derbarê vê xeleka gengeşeyê de:” Korbenda Çaksazî û guhertin, di xelekek nû de roja Înê 16.8.2019an de, li bajarê Qamişlo bi navnîşaniya [Rola hozan di rewşa ramyariya Sûriye anha û siberojê de] hat li darxistin.

Her wiha pir têkberî li ser mijarê baş hat şîrovekirin. Di warê dîroka hozên di Sûriya de, û li ser rola wan ya neyinî û erênî ya ku pê rabûbûn. Û çawa hozek dihat çewsandin ji hêla desthilatdariya welat û bi çi rengî kar pêre dibû û ew jî di navbera rêjîmê û opozisyonê de bû .Û yê bi çi awayî kar bi ramanê hozî re bibe û kengî rola wan nehêle, û kengî giringiyê bide rola wan.

Her wiha Xelîfê berdewam kir ku ev gengeşe hat gotûbêjkirin ji hêla kesayetên ramyarî rewşenbîr û civakî ji hemû pêkhateyan kurd, Ereb, suryan herwiha hevpeyvîn zêdeyî du demjimêran berdewam kir, bi awayekî rêzdarî têkperiyên cuda hatin wergirtin.

Herwiha xelek bi zêdebûna têkperiyan û pahaneya ragihandî balkêşbû. Di dawiyê de bi giştî tekez kirin li ser giringiya mîna van mijaran û pesindan li ser rola Korbenda çaksazî û guhertin di tevgera ramyarî û çandî de û hewldana wê ya balkêş di xizmeta welatiyekî ku tê de wekhevî hebe û hemû tê de bi ewlehî û aştiyane jiyan bikin.

 

Raport: Elî Fetah

Ragihandina ENKS ê

Leave A Reply

Your email address will not be published.