المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê derbarî Êrîşkirina Daişê li ser Xaneqînê…

0 110

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Berzanî, peyamek belav kir derbarî êrîşkirina Daîşê li ser hêzên pêşmerge li xaneqînê, û têde got : ” kiryarên terorîstî yên Daîşê di wan çend mehên dawî de li navçeyên derdora kerkûk û Germiyanê nîşana wê rastiyê ye ku Daîşê bi dawî nehatiye û metirsî û gef e bo ser aramî û ewlehiyê. Û herwiha serokê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li kesûkarên şehîdan dike û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwaze û berdewam kir ku em welatiyên Herêma Kurdistanê piştrast dikin ku hêzên pêşmerge û hêzên din ên çekdar ên Herêma Kurdistanê weke hertim di amadebaşiyê de ne ji bo bersivdan e her tevgereke terorîstan û parastina xak û xelkê kurdistanê ji her metrsiyekê. Û herwiha serok Nêçîrvan Berzanî tekezî kir ku Daîşê gef e ser aştî û ewlehiya Kurdistan û Îraqê û cîhanê destnîşan dike, û herwiha em piştrastin ku ev rêxistina terorîst mijûlî xwe bi rêxistinkirinê û sûdwergirtinê ji rewşê ye bo berfirehkirina kiryarên xwe yên terorîstî, ji ber vê yekê pêwîste hevpeymaniya dijî Daîşê bi heman dilgermiye berê berdewam bibe û rê neyê dan ku terorîst sûdê ji rewşa xirab a Îraqê û navçeyê bibînin, û hewl ji vê yekê ji bo zû ev rewşa Îraqê bi dawî were û aramî li navçeyên we vegera.

Serokê Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Berzanî

Leave A Reply

Your email address will not be published.