المجلس الوطني الكوردي في سوريا

3EMÎN SALVEGERA KOÇKIRINA PAKREWAN SÎPAN SÎNO HAT VEJANDIN

0 96

 

Îro danê nîvro di roja sêşemê 12.11.2019an de,salvegera sêyemîn li ser koçkirina pakrewan Sîpan Sîno ji aliyê encûmena xwecehî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê li gundê Gir kundê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve hat vejandin.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û xelkên herêma Dirbêsiyê û gundewarê wê.

Gurzek gul hat danîn li ser gora pakrewan Sîpan Sîno ji aliyê encûmena xwecehî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê.

Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet li ser. giyanê pakrewan Sîpan Sîno rawestiyan , û bi xêr hatiya mêvanan hate kirin .

Herwiha gotinek hat pêşkêşkirin  bi navê xwecehiya bajarê Dirbêsiyê ji aliyê serokê xwecihiyê.M.Eşref Elmele û ew gotin di derbarê kurte jiyana pakrewan Sîpan Sîno û malbata wî bû û spasiya hemû kesên beşdar kir..

Herwiha mamoste Idrîs Şêx endamê xwecihiya Dirbêsiyê axaftinek kir li ser kar û xebata pakrewan Sîpan Sîno û ew axaftin di derbarê çalakiya pakrewan ji dema tevlî refê Pêşmergên rojava bû.

Wek tê zanîn Pakrewan Sîpan Sîno ji endamên Pêşmergên Kurdistana rojava bû.Ji malbatek welatparêz bû,ji malbata Hemîd Sîno yê ku nasnameya wî bi navdarî ji bo parastina mafê gelê kurd tê nasîn û di hemû serdeman de,wê were nasîn û nayê jibîrkirin.Ji ber vê yekê yê bi hezaran wek pakrewan Sîpan ê vê rêbaza kurdayetê wê bişopînin.

Piştî ku Kurdistana Başûr hat êrîşkirin ji aliyê rêxistina da’iş a teror pakrewan Sîpan bi hevalên xwe yên pêşmerga re tevlî piraniya lêkdanan bûbû, gelek herêm rêzgar kirin.Lê mixabin dema ji erkê pêşmergetiyê vedigeriya ew û sê hevalên xwe bi bûyerek terafîkê di roja şemiyê 12.11.2016’an de li ser riya Tel Edes şehîd ketin.

Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.