المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rojavayê Kurdistanê : Cotkaran di metirsiyê de ne piştî barandina Zîpikê..

0 75

Ji destpêka kirîza Sûriyê, gelê wê bi hejarî û rebenî jiyana xwe berdewam dikirin.

Û bi taybet neşteciyên ku debara wan li ser çandiniyê bû, û bi taybet di herdu salên derbasbûyî de, ji ber ku baran gelekî kêm bû .

Lê di vê salê de rêjeya baranê gelekî pir bû, nexasim ku gelek xanî hatine xwarê û ziyan gihîşte milkên hemwelatiyan, lewma cotkar ji destpêka vê salê de di metirsiyê de bûn ji bo çandiniyên xwe. Û ji aliyekî din jî pir bi kêfxweş bûn digotin berhemên çandiniyên me wê pir bilind bin, û em ê ji gelek estengiyên debara jiyanê xelas bibin.

Lê mixabin li gorî şopandina peyamnêrê me di rojên 21 û 22ê nîsanê de, ku dehên cotkaran ziyanekî mezin gihiştiye zeviyên wan ji ber barandina zîpikê, li herêma Dirbêsiyê li Kurdistana Sûriya û li herêmên din jî zîpik bariya ye, li gorî zaniyariyên nûçegihanê me, neşteciyên herêma Dirbêsiyê debara wan bêtir li ser çandiniyê ye, nûçegihanê me diyar kir ku ti piştgirî ji wan re nehatiye kirin.

Herwiha di derbarê vê mijarê de, cotkarekî bi navê Ibrahîm Hac Hesen ji gundewarê Dirbêsiyê ji peyamnêrê me re axivî û anî ziman ku : “Zîpika ku bariya ziyanekî mezin gihîşte zeviyên min mîna ceh û kemûn, herwiha Ibrahîm anî ziman û got eger piştgiriya me heba em ê ne pir belengaz ba na di derbarê vê ziyanê”.

Herwiha jinekê bi navê Sara Isma’îl Remo ji gundê Xasê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve, ji peyamnêrê me re axivî û anî zima: “Zîpikê li zeviyên me xist bi giştî mîna Ceh ,kemûn û nok herwiha Sara anî ziman ku ji xeynî zîpikê beşek ji zeviyê me zêdetirî şûna 7 doniman  tijî ava barana bûye”.

Herwiha jinek bi navê Sû’ad Hisên ji peyamnêrê me re anî ziman:”Zeviyê mala bavê min rûbera 200 donim şûna ceh li gundê Mişêrfa Hêlîmo ji sedî 90 têkçûyî ji ber zîpikê.

Herwiha Mirovekî bi navê Ahmed Fetah ji peyamnêrê me re anî ziman û got: “Min û birayê xwe bi hejarî û rebenî hin kemûn çandibû li gundê Koxê Hac Reşîd lê mixabin zîpikê lê xist û ti avayî têde nehişt herwiha Fetah anî ziman ku xwedê dide û dibe û spas ji Xwedê re bera bi mal be û ne bi can be.

Herwiha mirovekî ji neşteciyê gundê Koxê Hac Reşîd ji peyamnêrê me re anî ziman : “Zîpik nêzîkî bihustek destan bariya” .

Rapor: ELÎ Fetah.

Ragihandina ENKS ê – Dirbêsiyê

Leave A Reply

Your email address will not be published.