المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qamişlo: Vêxistina mûman bi boneya 15emîn li ser serhildana 12ê Avdarê..

0 76


Îro 11ê avdarê li bajarê Qamişlo mûman hatin vêxistin ji bo bîranîna pakrewanên serhildana 12ê Avdarê 2004an.

Lewra her sal di êvara 12 avdarê de ji her salê mûman ji aliyê gelê kurd ve tên vêxistin ji bo bîranîna pakrewanên serhildana 12ê Avdarê 2004an, ku ev serhildan li seranserî Kurdistana Sûriyê vêket ji ber bûyera ku di lîstika gokê di navbera her dû Tîma Cîhad ji Qamişlo û Fitûê ji Dêrazorê qewimî.

Divê derbarê de jineke kurd bi navê Nadiya Alî ji peyamnêrê me re got: ” Bi rastî îro rojeke taybet e di dîroka kurdî de ku di rojekê wek îro de xortên me bûn qurban li ser destê rêcîma Ba’s”.

Jinekê din bi navê Fatma Mihemed ji peyamnêrê me re got: “Rojekê weke îro gereke gelê me li Qamişlo tev derketina kolanan, lê mixabin em vê salê dibînin ta vêxistina mûman li bajarê me gelekî kêm e daxwaza me ew e ku gelê me herdem wefadarb e”.

Amedekirin :Yusra Zibêr Ragihandina ENKS Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.