المجلس الوطني الكوردي في سوريا

18EMÎN SALVEGERA PAKREWANÊN SERHILDANA QAMIŞLO JI REXÊ HERDU XWECIHIYAN YA EBÛ RASÊN Û TIL TEMIR HAT VEJANDIN.

0 82

Îro di roja Şemiyê 12ê avdara 2021ê de, her du encûmenên xwecihî ya bajarokê Ebû Rasên û Til Temir yên bi ser ENKSê ve, 18emîn salvegera pakrewanên 12ê avdara 2004an yên serhildana Qamişlo “Roja Pakrewanan”li pêşiya ofîsa xwecihiya Til Temir li bajarê Til Temirê vejandin.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên partiyên siyasî û kesayetên civaknasî û alîgirên ENKSê yên bajarên Ebû Rasên û Til Temir û gundewarên wan.

Di destpêkê de,hemû beşdar hatin bixêrhatin ji aliyê her du xwecihiyan ve.

û piştre 5ê xulekên bêdeng li ser giyanên pakrewanên serhildana Qamişlo yên 12ê avdara 2004an û yên Kurd û Kurdistan û bavê netewa kurd Barzaniyê nemir rawestiyan.

Herwiha pîştî rawestandina 5ê xulekên bêdeng  li ser giyanên pakrewanên 12ê avdarê ,gotina emîndariya giştî ya ENKSê hat xwendin ji aliyê M.Ebdela Yûnis.

Û piştre, spasiya hemû beşdaran kir li ser beşdarbûn û wefadariya wan ji bo pakrewanên 12ê avdara 2004an yên serhildana Qamişlo.”Roja Pakrewanan”

Wek tê zanîn piştî serhildana 12ê avdarê sala 2004,an ku tê naskirin bi (Serhildana Qamişlo) ku li Kurdistana Sûriye ev roj  bûye roja pakrewanan .

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.