المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Encûmena Xwecihiya Sinceqê pakrewanên 12ê Adarê bibîranîn.

0 85

Îro roja şemiyê “12 ê “Avdara” 2022″ an,encûmena xwecihî ya Sinceqê ya bi ser ENKSê ve, salvegera” 18″ emîn li ser derbasbûna pakrewanên “12” Avdarê bi bîranîn û herwiha serdanda gundê Til Merûf û Hilwa kirin û gurzên gulan li ser gora şehîd “Mewlûd Erdwan Yûsif ” danîn û fatîha li ser gora wî hat xwendin…

û ev yek bi amadebûna hejmarek ji milet û bi hazirbûna nûnerên partiyên siyasî û endamên encûmena xwecihî ya Sinceqê..

Û herwiha gotina Encûmena niştîmaniya kurd li Sûriyê ji aliyê M,EbdulKerîm bavë Omîd “ve hate xwendin….

Û herwiha Îro “êvara” 12″ Avdarê wek rojeke taybet di dîroka milet kurd de,  ku serhildanek ji bajarê Qamişlo dest pê kir dijî  rêjîma Esed ku bi dehan ji gelê me bûn pakrewan û bi sedan birîndar bûn û bi hezaran hatin bin çavkirin ji ber vê yekê ,  vêxistina mûman wekî rêzgirtinekê ji xwîna wan re.

Û ji rexekî dî ve tê zanîn ku di roja “12”Avdara” 2004″ an, di lîstika footbolê de, di navbera Tîma Cîhad ya Qamişlo, û Tîma Fitiwê  ya Dêrezorê, û herwiha alîgirên Tîma Fitiwê yên erebên şofînî û bi piştgirtiya rêjîmê bi hin çekên curbicur êrîş bi ser welatiyên kurd ên alîgirê Tîma Cîhad kirin.

Û di encama wê erîşê de li seranserî deverên kurdistana Sûriyê welatiyên kurd derketin xwepêşendanan, Lê rêjîmê bi tundî bersiva wan da û bi sedan kes birîndar bûn û herwiha bi hezaran hatin binçavkirin û bi dihan şehîd ketin.

Û herwiha ji ber vê yekê her sal êvara “12 ê “Avdarê de, her sal mûm ji aliyê gelê kurd ve tê vêxistin li pêşiya mal û kolanên xwe, ji bo bîranîna pakrewanên serhildana ” 12 ê “Avdarê,

Lê ev kiriyarên ku derheqê kurdan de hat kirin ji aliyê rêjîma sitimkar a Esed, nikarîbun vîna gelê Kurd bişkîne û di têkoşîna xwe de berdewam kirin ta bidestxistina mafê kurdan li kurdistana Sûriyê…

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.