المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Li Qamişlo Pakrewanên 12ê Adarê hatin bibîranîn ..

0 77

Îro roja înê “12 ê” Avdara “2022 ” an, demjimêr” 11″nîvro, li beramberî nivîsgeha PDK-Sê , ya Rojhilatî Qamişlo, bi boneya salvegera” 18″ emîn li ser derbasbûna serhildana” 12″ Avdarê,

Encûmena xwecihî ya Rojhilatî Qamişlo meşek li darxist.

û ev yek bi hazirbûna hejmerek ji milet û bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî û encûmena niştîmanî û herwiha rêxistinên sivîl.

Di destpêkê de xuleke bê deng li ser giyanê pakrewanê Serhildana 12ê Avdarê hat rawestandin , û piştî wê cemawer berê xwe dan goristana pakrewanan li taxa” Qidûrbek “, li bajarê Qamişlo, û fatîha li ser giyanê pakrewanan hat xwendin.

Û herwiha gotina Encûmena niştîmanî kurdî li Sûriyê ji aliyê endamê desteya serokatiya ENKSê M,Mihemed Ismaîl ve hate xwendin ..

û M,” Nesir” gotina Emîndariya giştî ya Encûmena niştîmaniya kurd li Sûriyê xwendin..

Û herwiha gotina malbatên şehîdan ji aliyê M,Hejar Ehmed ” ve hate xwendin…

di derbarê vê salvegerê de M,”Xalid Elî ”, endamê komîta şaxî ya PDK-S ê,ji malpera ENKS ê re ragihand û wiha anî ziman :

”Bakrewanên 12ê Adarê ev şehîdên ku canê xwe kirin qurbanî di ber xizmet û maf parastina doza neteweyî û azadî û hebûna gelê kurd, û dabînkirina mafê kurdan yên rewa li kurdistana Sûriyê, û herwiha berdewam kir gotina xwe ku xwîna pakrewanan zindî bimîne di dilê her mirovekî de û yek ji erkê me ye rêzgirtin û wefadarî xwîna pakrewanan bin …

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo..Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.