المجلس الوطني الكوردي في سوريا

17EMÎN SALVEGERA PAKREWANÊN 12Ê AVDARÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ YA BI SER ENKSÊ VE HAT VEJANDIN.

0 75

Îro di roja înê 12ê avdara 2021ê de,encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve,17emîn salvegera pakrewanên 12ê adara 2004an “serhildana Qamişlo”  “Roja Pakrewan”li pêşiya ofîsa xwecihiyê li bajarê Dirbêsiyê vejandin.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên partiyên siyasî û kesayetên civaknasî û alîgirên ENKSê yên bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê.

Di destpêkê de,hemû beşdar hatin bixêrhatin ji aliyê serokê xwecihiyê mamoste Eşref Elmela û piştre 5ê xulekên bêdeng li ser giyanên pakrewanên serhildana Qamişlo yên 12ê avdara 2004an rawestiyan.

Herwiha pîştî rawestandina 5ê xulekên bêdeng li ser giyanên pakrewanên 12ê avdarê gotina emîndariya giştî ya ENKSê hat xwendin ji aliyê Cîgerê serokê xwecihiyê mamoste Idrîs Şêx Xelef.

Herwiha di dawiya helkeftê de,xwecihiyê spasiya hemû beşdaran kir li ser beşdarbûn û wefadariya wan ji bo pakrewanên 12ê avdara 2004an yên serhildana Qamişlo.

Wek tê zanîn piştî serhildana 12ê avdarê sala 2004,an ku tê naskirin bi (Serhildana Qamişlo) ku li Kurdistana Sûriye bûye roja pakrewanan .

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.