المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SALVEGERA YEKEMÎN A PAKREWAN EMÎN ÎSA EMÎN JI ALIYÊ PDK-SÊ HAT VEJANDIN..

0 142

Di roja Sêşemê 28.6.2022an de,salvegera yekemîn a pakrewan Emîn Îsa Emîn,endamê şaxê PDKSê li gundê Nofeliyê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve ji aliyê rêxistina Hesekê ya PDKSê hat vejandin.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên rewşenbîr yên serbixwe û nûnerên rêxistinan û partiyên siyasî û şandên encumenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve.Herwiha bi beşdarbûna hejmarek ji cemawerên ENKSê yên wê deverê.Herwiha bi beşdarbûna şandeke ji partiya Pêşverû..

Di destpêk de,hemû mêvanên beşdar hatin bixêr hatin ji aliyê PDKSê û piştre kêlîkek bêdeng rawestiyan li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û Barzaniyê Nemir û yê pakrewan Emîn Îsa Emîn bi Sirûda Ey Reqîb.

Herwiha Xanim Fesla Yûsif, endama Desteya Serokatiyê ya ENKSê, axaftina ENKSê kir, û di wê axaftinê de,sersaxî ji malbata pakrewan Emîn û PDKSê re xwest û piştre li ser tawana şehîdbûna Emîn axivî, û Yûsif pîsiya tawanê şermezar kir.

Herwiha Yûsif hin komkujiyên bi serê gelê kurdê Kurdistana Sûrî de hatine bi rengekî hovane anî ziman .Û di derbarê wê de got:Ev kiryarên xerab bi vî rengên hovane nikarin partiyên kurdî û ENKSê bêdeng bike û wan rawestîne li ser kar û xebata netewî.Ji ber ku yên bi van karên xerab bikar tînin di derheqê gelê Kurd de,wa dîroka gelê kurd nexwendiye.

Herwiha axaftina PDKSê ji aliyê mamoste Neşet Zaza endamê Nivîsgeha Siyasî ya PDKSê ve, hate kirin.

Zaza di destpêk de,bixêrhatina hemû mêvanên beşdar kir.Û piştre hemû bûyerên herî dawî û mijarên cûda anîn ziman.

 

Herwiha gotina rêxistina Hesekê ya PDKSê ji aliyê M.Ibrahîm Ereb ve hat xwendin.Ku qala jêhatîbûn û wêrekiya şehîd kir.

Dûre helbestvan bavê Hozan û M.Yûnis Hemê bavê Serbest her yekî ji wan helbestek pêşkêş kirin.

Herwiha di Merasîma bîranînê de,bi axaftina malbata şehîd, ku birêz Beşar Emîn, apê xortê şehîd Emîn Îsa Emîn pêşkêş kir, û tê de spasiya amadebûna hemû mêvanên beşdar kir.

 

Herwiha Emîn di axaftina xwe ya li ser bandora sûcên bi vî rengî nirxand û helwesta malbata şehîd bi helwesteke xurt bang kir û helwestên navneteweyî yên şermezarkirina kuştina şehîd Emîn jî nirxand.

 

Herwiha Emîn di axaftina xwe de,diyarkir go kuştina vî xortê me ji ber ku xwediyê rêbaza netewî bû.Û got anha jî birayê pakrewan Emîn yê bi navê Kanîwar hatiye girtin li cem çekdarên bi ser PYDê ve.

 

Û ji aliyekî din ve, mamoste Beşar got doza vî pakrewanê me nema doza malbatê ye doza partiya me ye û doza ENKSê ye,ji destê malbatê derketiye.

 

Herwiha M.Mehabat Xelîl jî,helbestek pir xemgîn pêşkêş kir.

 

Paşê hemû beşdaran baqek kul danîn ser gora şehîd û wêneyê El-Fatîhe xwendin.

Wek tê zanîn ku şehîd Emîn Îsa Emîn, endamê komîta şaxê ya PDKSê û li gundê Bîrikê yê ser bi navçeya Dirbêsiyê ve, di sala 1986 de ji dayik bûye.

Û Emîn di zindanên Rêveberiya PYDê de, di bin îşkenceyê de şehîd bû.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.