المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ BI RÊVEBERIYÊN KAMPA BERDEREŞÊ RE CIVIYAN.

0 106

Şandeke nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê bi rêveberiyên kampa Berdereşê re, pirsgirêkên penaberan gotûbêj kirin.

Di roja Çarşemê 29.6.2022,an de, şandeke Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê serdana kampa Berdereş li parêzgeha Dihokê kir.

Şanda nûneratiyê ji birêzan :

(Dr. Kawa Azîzî serokê nûneratiyê, Hesen Derwîş cîgirê serokê nûneratiyê, Raman Mele, Reşad Silêman, Fadil Delî, Barzan Merî) pêkhatibûn.

Herwiha şand bi malbatên ku di encama kontaka elektirîkê de ziyan dîtine hevdîtin pêk anîn û di encamê de 9 kon şewitîn û di encamê de ziyanên madî û şewatên sivik bi hin penaberan ketin.

Herwiha Diktor Kawa Azîzî serokê nûneratiyê behsa êş û azarên penaberan bi giştî û lawazbûna rola UNHCR di kampan de kir û spasiya hikûmeta herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî kir ji bo wan alîkariyên ku pêşkêşî penaberên kurdên Sûriyê kirine.

Herwiha balkişand li ser serdana şandê ji bo ku mil bi milê gelê me li kampên di Wel û wey de.

Herwiha şanda mêvan bi rêveberiya kampa Berdereş û rêveberiya Asayîşa kampê re jî bi taybet li ser paşeroja kampa Berdereşê civiyan.

Ji aliyê xwe ve jî, birêz Aram rêveberê kampê tekez kir ku di demek herî zû de dê hemû malbat û ciwan ji kampa Berdereş bo kampa Kiwîlan bên veguhestin û piştî şewitandina çadirên wan, pêdiviyên bingehîn ji bo malbatên xisarê hatin dabînkirin.

 

Jêder:Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.