المجلس الوطني الكوردي في سوريا

9SAL LI SER KOMKUJIYA AMÛDÊ RE DERBAS DIBE.

0 125

Di roja Duşemê 27.6.2022an de, Xwecehiya Amûdê ya ENKSê 9emîn salvegera Komkujiya Amûda li ser destên çekdarên PYDê li goristana Şermola ya bajarê Amûdê vejand.

Herwiha di vê bûneyê de, bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî,rewşenbîr ,nûnerên civaka sivîl û şandên xwecihên bi ser ENKSê ve.

û malbatên şehîdan beşdar bûn,

Herwiha kêlîkek bêdeng li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û bi taybet li ser giyanê pakrewanên komkujiya Amûdê hate rawestandin, û wêneyên şehîdan û Aleya kurdistanê û siloganên şermezarkirina komkujiyê û daxwazên dadê û sizadana tewanbaran hatin bilindkirin .

 

Herwiha gotina xwecihiya Amûdê ji aliyê M.Ilyas Hemo serokê xwecehiya Amûdê ya ENKSê hat xwendin û got ku bi mixabinî ve şehîdên komkujiya Amûdê li ser destê kurdan hatin kuştin û şehîdkirin û armanc jê şerekî kurdkujiyê bû.

 

Herweha Ebdulbaqî Seyda gotina malbatên pakrewanan xwend û got ku komkujî bi biryareke siyasî hate encamdan .Û spasiya hemû beşdaran kir.

 

Di dawiyê de jî gurzên Gulan li ser gorên pakrewanan hatin danîn û wênê Fatîhe li ser giyanê wan hat xwendin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.