المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ZEVIYÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ Û ÇÎROKÊN AGIRÊ ROJANE BERDEWAM IN ..

0 95

Îro piştî danê nîvro di roja pêncşemê 20.6.2019an de agirekî dijwar,li gundewarê Dirbêsiyê li Kurdistana Sûriye rûda,û agir bi zeviyên cotkaran ket, li gorî şopandina peyamnêrê me ,gundên ku agir bi zeviyên cotkaran ketiye ev in: (Qulan,Edamiya,Hemdaniyê û Tel dîk)

Di der barê vê yekê de,welatiyekî ji wê herêmê ji peyamnêrê axivî û anî ziman:”Ta niha em nizanin ev agirê dijwar ji çi  hatiye vêxistn , Û agir bi zeviyên cotkarên çar gundan ket,bi saya xelkên herêmê û tîmên vemirandinê agir hat vemirandin”.

Her wiha Agir bi hejmarek gundên başûr û rojavayê Qamişlo ket bi taybetî gundê Giresor û derdora vî gundî , û piştî êvarê jî ku roj diçû ava lê Zincîra agir neçû ava û agir bi zeviyê navbera gundê Cirmuz û Dibane li Başûrê Qamişlo ket û ta vê demê berdewam e ..

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.