المجلس الوطني الكوردي في سوريا

OFÎSA RAGIHANDINÊ YA ENKSÊ LI BAJARÊ QAMIŞLO CIVÎNA XWE YA YASAYÎ LIDARXIST ..

0 115

Îro  roja înê 21ê Hizêrana 2019an ,ofîsa ragihandinê ya ENKSê,bi beşdarbûna endamên ragihandinê ji herêmên cûda yê bi ser ENKSê ve herwiha bi beşdarbûna berpirsiyarê ofîsa ragihandinê M.Behcet Şêxo , herwiha bi beşdarbûna her du endamên wê jî M.Si,ûd El-ehmed û M.Dilşa Berzencî,li bajarê Qamişlo li cihê ENKSê civîna xwe ya yasayî li darxist

Û li ser lîsta kar hate rawestandin  bi rêkûpêk.
Di destpêkê de civat xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Şoreşa rûmet û azadiyê û bi taybet li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û Barzaniyê namir rawestiyan.

Piştre civat li ser xalên giring sekinîn di derbarê pêşketina kar û xebata ragihandinê , Û hemû endaman nêrînên xwe dan diyarkirin bi awayekî azad ji bo sererastkirina karê ragihandinê.

Di der barê vê yekê de M.Behcet Şêxo,berpirsiyarê ofîsa ragihandinê ji peyamnêrê me re ragihand û anî ziman di der barê naveroka civatê de û got :”Civîn  bêtir li ser rola ragihandinê û giringiya wê sekinî”.

,herwiha Şêxo anî ziman ku hin biryayar û pêşînyar jî hatin sitendin ji bo pêşketina karê ragihandinê.
Şêxo di dawiya axaftina xwe de,spasiya hemû endaman kir li ser kar û xebata wan û axaftina xwe berdewam kir ku em ê berdewam bin li ser ragihandina kar û xebata piroja neteweya Kurdî ya ku ENKSê xwe dibîne xwediyê wê li Kurdistana Sûriye.

Ragihandina ENKSê

Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.