المجلس الوطني الكوردي في سوريا

YNKS’Ê semînerek bi navnîşaniya “Tundiya Dijî Jinê” li dar xist

0 87

Roja pêncemê 2/12/2021an, Yekîtiya nivîskarên kurdistana Sûriyê li ofîsa xwe ya li bajarê Qamişlo semînarek bi navnîşaniya ” Tundiya Dijî Jinê”, li darxist…

 

Û ev yek bi beşdarbûna endam û alîgirên Yekîtiya nivîskaran û kesayetên siyasî û rewşenbîr …..

 

Û herwiha ser vê mijarê M, ” Selma Silêman ” endama komîteya rêvebir ya partiya Yekîtiya Demokrata Kurdistan ji malpera ENKSê ragihandin û anî ziman:

Ku bi vexwendinek ji Yekîtiya nivîskarên kurdistana Sûriyê bi boneya roja cîhanî ya Tundiya dijî jinê semînarek hate li darxist û ji aliyê hejmarek ji mamosteyan ve hate pêşkêşkirin M, Şemis Enter .

M, Selma Silêman.

M, Nisrîn Hisên.

M, Azad Elî.

M, Nayîf Çibîro.

 

Û naveroka wê ser kok û sûd û sedemên tundejiya jinê taybet di nava civaka kurdî de û xalên giring ser vê babetê gengeşekirin û anîn ziman..

 

Û herwiha M,” Selma ” berdewam kir gotina xwe ku deyardeya tundiya dijî jinê û hemû xalên astengiyên jin têde derbas dibin ,were çareserkirin bi awayekî zelalmendî ji aliyê mêr , malbat û civakê de serbest bibe.

 

Û M, “Selma Silêman ” ji rexekî dî ve amaja pê kir …

 

Ku divê jin bigîhêje mafê xwe yê rewa di hemû warên jiyanê de wek mafê wê di warê xwendin, çandî û civakî û siyasî de azad bibe û rola wê geştir bibe …..

 

Û di dawiyê de hemû beşdaran nêrîn û pirsên xwe diyarkirin û ji aliyê pêşkêşkaran ve bersiva wan hate kirin û tekez kirin ser belavbûna çand û hişmendiyê derbarê kêmbûna tundiya dijî jinê di nav civakê de…

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo….Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.