المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEK JI XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ SERDANA XWECIHIYA AMÛDÊ KIR.

0 108

Di roja çarşemê 1.12.2021ê de, şandek ji encûmena xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve, bi serokatiya serokê xwecihiyê M.Idrîs Şêx Xelef, serdana xwecihiya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve,kirin.

 

Herwiha şand hat pêşwazîkirin ji aliyê serokê xwecihiya Amûdê M.Ebdela Ahmed,û endamên xwecihiyê.

 

Divê hevdîtinê de, her du aliyan bi awayekî zelalmendî liv û tevgera ENKSê ji gelek aliyan ve nirxandin.

 

Herwiha ji aliyekî din ve, M.Elî Fetah, cîgirê serokê xwecihiya Dirbêsiyê, bi awayekî berfireh û zelalmendî liv û tevgera rêxistinên alîkariyê yên derbasî herêmên Kurdî bûne şirovekir.

 

Û di derbarê wê de, her du aliyan ne razîbûna xwe dan xuyakirin li ser liv û tevgera hin rêxistinên alîkariyê yên derbasî herên bûne, ji ber ku bi awayekî binkeftî alîkariya xelkên herêmên dikin û nakokiyan di nav xelkên herêmê de çêdikin, ji ber ku encûmenên bi ser PYDê ve, destwerdanê di karên wan de dikin.

 

Di dawiya hevdîtinê de, her du xwecihiyan giringiya mîna van serdana kir ku pêwîste ev serdan di heman demê de, bên dubare kirin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.