المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SEROKATIYA ZANÎNGEHA HELEBÊ YA AZAD AMADEBÛNA XWE JI BO VEKIRINA BEŞÊ ZIMANÊ KURDÎ RADIGIHÎNE.

0 279

Şandeyek ji kesên ku bi karûbarên giştî yên herêma Efrînê re eleqedar bûn, bi amadebûna akademîsyen Dr.Ebdulmecîd Şêxo di nav şandê de,diroja Sêşemê 2.8.2022an de, serdana zanîngeha azad a Helebê li Ezazê kir.

Şande bi amadebûna serokê zanîngehê Dr.Ebdulezîz Dixêm, û her du aliyan li ser çawaniya zêdekirina fêrkirina zimanê kurdî li Peymangeha Zimanên Zindî ya girêdayî zanîngeha Azad a Helebê gotûbêj kirin.

Herwiha Serokatiya zanîngehê pêşwazî li vekirina beşê zimanê Kurdî kir, piştî ku kadroyên fêrkirinê pêşkêşî wê bên kirin, û şanda Kurdî ya ku ji herêma Efrînê hat, amadebûna xwe ji bo dabînkirina kadroyan nîşan da û li gorî vê yekê beşa Kurdî dê di demeke nêzîk de dest pê bike.

Jêder:Yekîtî Mediya

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.