المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE EWROPÎ – NY BO CARA YEKÊ JI SALA 2011AN VE SERDANA DEVERÊN RÊJÎMA SÛRÎ DIKE.

0 112

Nûneratiya Yekîtiya Ewropî li Sûriyê got ku serokê wê yekem seredana xwe bo navçeyên di bin destê rêjîma Sûriyê de ji sala 2011an ve, bi hevkariya sazî û berpirsên Netewên Yekgirtî kir.

Şandê êvara roja Duşemê di postek li ser hesabê xwe yê Twiterê de, ragihand,serdana yekem a hevbeş a serokê wê Dan Stûyînsko ligel Imran Rida,hevrêzê karûbarên mirovî yê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê, bo Heleb, Humis û Hemayê, ji destpêka krîza Sûriyê.”

Herwiha ofîsa Hevahengiya Karûbarên Mirovî Eotşa li Sûriyê wêneyên Dan Stûyînsko ligel Imran Rida, li nêzîkî firokeyeke Neteweyên Yekgirtî li firokexaneya Helebê belav kirin.

Herwiha li ser wêneyê nivîsgehê got: “Ev yekem serdana hevbeş ligel şanda Yekîtiya Ewropî bo Sûriyê hevdem e ligel zêdebûna bilez a pêwîstiyên mirovî li Sûriyê”.

Wî her wiha tekez kir,Krîz hîn bi dawî nebûye, û girîng e ku meriv balê bikişîne ser vejandin û piştgirîkirina veberhênanan da ku berxwedanê zêde bike da ku xirabûna bêtir nebin.

Jêder:Yekîtî Mediya.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.