المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Yekîtiya Xwendevanan li Qamişlo Mamosteyan xelat kirin ..

0 79

Yekîtiya xwendevan û ciwanên Demoqiratî Kurdistanî _Rojava, şaxê Qamişlo, Îro roja pêncşemê, “19 ê” Avdara,”2020 an “,bi boneya cejna mamosteyan çalakiyek xelatkirinê li darxist, û hejmarek ji Mamosteyan xelat kir.

ev yek bi beşdarbûna hejmarek ji mamosteyan û bi hazirbûna berpirsê şaxê Qamişlo, û herwiha berpirsên ofîsên şaxî ya Yekîtiyê.
Û herwiha M,Şikrî Ebdelrehman, berpirsê şaxê Qamişlo di vê boneyê de gotinek pêşkêş kir û têde got : ” Spasiya mamosteyan dikin ser rola wan di fêrkirinê de û herwiha ku mamoste xwedanê nameke pîroz e , di perwerdehiya nifşên pêşerojê de”.

Û herwiha ji rexekî dî ve di derbarî vê rojê M,”Bêrîvan Xelîl “, berpirsa ofîsa şaxî ya kar û barê xwendevan û ciwanan, ji malpera ENKS ê re, ragihand û anî ziman û got :

” Destpêkê de cejna hemû mamosteyan pîroz dikin, û em weku Yekîtiya xwendevanan spasiya mamosteyan dikin li ser rol û kede wan  di berdewambûna karê wan de ,  di Yekîtiyê de ji bo xizmeta fêrkirina xwendevanan de û di vekirina xulayan di hemû astên xwendinê de, taybetî di vê qonaxa zehmet de ku milet û naxasim xwendevan têde derbas dibin li kurdistana Sûriyê”.

û herwiha berdewam kir ku mamoste roleke giring û bingehîn di civakê de û di belavkirina hişmendî û zanînê di nav xwendevan û ciwanan de.

Û herwiha di derbarî vê rojê de bawernameyên rêzgirtinê û diyarî li ser hejmarek mamosteyan hatin belav kirin..

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.