المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Agirê Newrozê hat dadan li Qamişlo ..

0 62

Îro roja Înê “20” Avdara “2020” an, PDK-sê li beramberî Ofîsa xwe , ya rojhilatî Qamişlo, bi amadebûna hejmarek ji pêkhateyên deverê û herwiha bi hazirbûna nûnerên partiyên siyasî û encûmena niştîmanî, demjimêr “6 ê “danê êvarî bi dest vêxistina agirê Newrozê kirin.

Ev yek hat li gel heldana alaya kurdistanê ya rengîn bi destê ciwanan ji bo kêfxweşî û şahî bi hatine cejna Newrozê û bi pîrozkirina roja azadî û serxwebûnê.
Û herwiha di derbarî şahiya hatina Newrozê endamê komîta Navendî ya PDKS ê, M,”Nafih Ebdellah”, ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman :

” Roja Newrozê ev roja dîrokî di jiyana milet de em pîroz dikin, ku Newroz simbola azadiyê ye, û herwiha em weku Partî Demoqiratî Kurdistan – Sûriya, Îro ahinga vêxistina agirê Newrozê vejand ji bo şahiya Newrozê neyê jibîrkirin da ku “21 ê ” Avdarê rojeke nû di dîroka azadiya gelê kurd de.

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.