المجلس الوطني الكوردي في سوريا

YEKÎTÎ KURDISTANÎ XELEKEK GENGEŞEYÊ LI QAMIŞLO LIDARXIST.

0 83

Di roja yekşemê, 27.2.2022an de, Sendîkan û Rêxistinên Civaka Sivîl a PYK-Sê xelekek diyalogê bi sernavê,

(Rola Rêxistinên Civaka Sivîl di ENKSê de) li ofîsa wê li bajarê Qamişlo lidarxist.

Herwiha civîn ji bo aktîvkirina rola rêxistinan di Encûmena Kurdî de û aktîvkirina ofîsên wê, ji bo pêşxistina kar û xebata Encumenê, bi amadebûna girseyek berfireh ji nûnerên hin rêxistinên ciwanan û jinan.

Herwiha xeleke bi rêveberiya mamoste (Mecdel Delî) endamê ofîsa siyasî ya Partiya Yekîtî ya Kurdistanê-Sûriyê, hat lidarxistin.

Herwiha Delî, rûniştin bi xêrhatina mêhvanan vekir û pişt re, behsa rola encûmenê bi giştî, bi taybetî li ser asta siyasî û peywendiyên derve kir, û li ser rola rêxistinan û asta rola wan di encûmenê de û gelo derfetan ji wan re têne pêşkêş kirin.

Û beşdaran guh dan nêrîn û pêşniyarên ku di vê rûniştinê de, hatin pêşkêşkirin û hatin nîqaşkirin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.