المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PANORAMA MEHA AVDARÊ..

0 65

Meha Avdarê giring û taybetmendiyeke wê li cem gelê kurd heye, ku gelek bûyerên cûr bi cûr di vê mehê de hatine rûdan, hin ji cihê kêfxweşiyê ye, û hin ji cihê serfiraz û azadî û serbilindiyê ne, û herwiha hin ji cihê êş û Şîn  û dil xemgînî ne , û herwiha ev bûyer ev in :

 

_ 1ê ” Avdarê sala “1979” an koçbarkirina dawî ya bavê netewa miletê kurd “Mela Mistefa Barzanî” li nexweşxaneya “George Town” li Emerîka, û li gundê Şino yê Rojhilatê kurdistanê hat bin axkirin û sala 1993an termê wî hat veguhestin ji bo devera Barzan.

 

_”3 ê” Avdarê sala “1937” an, şoreşa Dêrsimê li Bakurê kurdistanê bi pêşengiya “Seîd Rida hat vêxistin “.

 

_”7 ê” Avdarê sala “1921 ” an, rabûna şoreşa” Şêx Seîd Pîran ” li Bakurê kurdistanê.

_”8 ê” Avdarê, roja cîhanî ya jînê.

_”9 ê” Avdarê sala “1989” an, koçbarkirina dawî ya hunermendê kurd yê navdar” Mihemed Şêxo “.

_”12 ê” Avdarê, bîranîna serhildana gelê kurd li kurdistana Sûriyê li dijî Stemkar û zordariya rêjîma Be’s ( Raperîna 12 Adarê ).

_”14 ê” Avdarê sala “1903 ” an, roja jidayîk bûna Mela Mistefa Barzanî, li gundê Barzan yê Başurê kurdistanê.

_”16 ê” Avdarê sala “1988”, an, dema bombarankirina bajarê Helebça bi bombeyên kîmawî ji aliyê rêjîma tûndrew û dîktator a” Sedem Hisên “.

_”20 ê” Avdarê sala “2015 ” kumkujiya şeva Newrozê li bajarê Hesekê , 20 Adara 2008 komkujiya Bajarê Qamişlo .

_”21 ê ” Avdarê cejna neteweyî ya gelê kurd “Newroz ” û destpêka sersala nû ya kurdan.

_”24 ê” Avdarê sala “1993 ” an, agir bi zindana Navendî ya bajarê Hesekê ket, û di encamê de bi dihan Kes bûn qurban û piraniya wan kurd bûn.

_”31 ê” Avdarê sala “1947” an, darvekirina pêşewa” Qazî Mihemed “…

Û hêjaya were gotin ku her sal miletê kurd van rojan çi yên xweşî û çi yê xemgîn vedijînin  ..

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo…Hêvî Delî

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.