Home / Breaking news / YEKÎTÎ KURDISTANÎ 17EMÎN SALVEGERA PAKREWANKIRINA SÊX MEŞÛQÊ XEZNEWÎ VEJAND.

YEKÎTÎ KURDISTANÎ 17EMÎN SALVEGERA PAKREWANKIRINA SÊX MEŞÛQÊ XEZNEWÎ VEJAND.

Rêxistina Qamişlo ya PYK-S di roja Çarşemê 1.6.2022’an de,salvegera 17emîn salvegera şehadeta Şêx Mehşûqê Xeznewî vejand.

Herwiha bi beşdariya nûnerên hin partiyên Encûmena Niştimanî û kesayetiyên niştimanperwer û rêxistinên ciwanan û jinan û kesayetên olî.

Di destpêkê de,birêz Ebdula Nehmo,bi navê PYK-S bixêrhatina hemû aliyên beşdar kir.

Û piştre xulekek bêdeng li ser giyanê Şêxê pakrewanan Dr.Mehşûqê Xeznewî bi sirûda Ye ReqÎb rawestiyan.

Herwiha gotina hevalên pakrewan Şêx Mehşûq Elxeznewî ji aliyê Şêx Ebdusemed Umer ve hat pêşkêş kirin.

Şêx Ebdulsemed Umer got, ku tê de behsa rola Şêx Mehşûqê Xeznewî di belavkirina ola Îslamî bi awayê xwe dirust a sade, û rola wî di bi hişkirina civakê ku dûrketina ji tundûtûjî û tundrewiyê.

Herwiha gotina Partîya Yekîtî Kurdistanî ji aliyê sekretêrê PYK-S Silêman Oso ve, hat xwendin, ku tê de spasiya hemû kesên ku beşdarî vê bîranîna bi êş, herwiha rola Şêx di parastina doza Kurdî de, û danîna wê li pêş dezgehên bilind yên welatên Ewropî û navdewletî diyar kir.

Herwiha Oso di gotina xwe de, hin mijarên siyasû û bûyerên herî dawîn anî ziman.

Herwiha piştre gurzên gulan li ser gora pakrewan hat danîn û wêneyê Elfatîha hat xwendin.

Wek tê zanîn. ku Şêx Mehşûqê Xeznewî piştî zêdeyî 20 rojan ji revandinê, di bin êşkenceyê de li ser destê dezgehên Ewlehiyê yên rejîma Surî di 1/6/2005an de hat şehîdkirin..

Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî

 

About ferhad Şêxo

Check Also

ŞANDEKE SEROKATIYA ENKSÊ BI NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ RE CIVIYA.

Di roja Sêşemê 21.6.2022an de, şandeke desteya serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê serdana …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *