المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Kurtejiyana Şehîd Şêx Meşûq El-Xeznewî

0 108

Şêx Mihemed Meşûq El Xeznewî bi bîr û baweriyên xwe di nava civakê de cihê xwe girtibû, û herwiha dema ku behsa riya azadîxwazî, mêrxasiyê û oldaran tê kirin, li bîra mirov tê şêxê kurdan Şêx Meşûq El Xeznewî .

 

Û herwiha di derbarê jiyan û dîroka Şêx Meşûq El Xeznewî  :

Ji dayîbûna sala “1958” an, li gundê” TIL MARÛF “, yê bi ser bajarê Qamişlo yê kurdistana Sûriyê , Xeznewî ji malbateke xwedî dîrokeke Olî bû li deverê û xwedî roleke diyarkirî bûn, û li ser destê wan gelek kes fêrî rêçika sofîgeriya neqişbendî bûn..

 

Û herwiha Xeznewî zaroktiya xwe li gundê “TIL MARÛF ” derbas kiriya û li ser destê bavê xwe waneyên olî û Quranê dixwend, piştre diçe Şamê û li peymangeha zanista olî de xwendina xwe domend û li wir serkeftî dibe û pile yekem bi dest dixe. Loma ji aliyê rêveberiya wê peymangehê ve tê hilbijartin da ku biçe erebistana Sûdiyê û li wî welatî li bajarê “Medîna Elminewera “, sala “1984 ” an de, bawenameya lîsans di zanistên Islamî de bi dest bixe..

 

Û herwiha Şêx Meşûq Xeznewî ku bi zimanê xwe û bi mêraniya xwe di axiftinê de hatibû naskirin, Xeznewî berdewam ji nêzîk ve beşdarî êş û azarên gelê xwe dibe, û bi taybetî piştî sala “2004” an, Şêx Maşûq xwe beşdarî di her helkeft û xwepêşandanan û kombûnekê dikir, û tê de daxwaza berxwedan li gelê kurd dikir ji bo azadiyê û siyaseta rêjîma Sûriyê şermezar dikir..

 

Xeznewî di roja çil bûna şehîd “Ferhad Sebrî “, de axiftineke dîrokî got û têde doza mafê kurdan kir û ev yek bo sedema ku” 10″ Gulana “2005 ” an de, li bajarê Şamê Şêx Meşûq ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve bê revandin, û piştî derbasbûna” 20″ rojan ji girtina wî hat eşkerekirin ku Şêx Xeznewî ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest daye, û tevlî rêza pakrewanan bûye..

Û herwiha gelê kurd li Kurdistana Sûriyê li Şêx Meşûq xwedî derketin û bi hezaran kes ji milet daketin kolanan û şêxê kurdan bi rê kirin û bi merasîmeke geş li goristana “Qidûbek” ya bajarê Qamişlo bi axê wî spartin…

 

 

Ragihandina ENKSê

Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.