المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Til Temirê komkujiya Helepçeyê bi bîranîn

0 63

Encûmena xwecihiya Til Temer a bi ser ENKS ê ve , îro roja çarşemê 16ê Adara 2022an, li pêşiya ofîsa Encûmena xwecihiyê Pênc xulekên bê dengî rawestiyan ji bo bîranîna pakrewanên komkujiya Helebça,…

û ev yek bi amadebûna hejmarek ji milet û herwiha bi hazirbûna endamên xwecihiyê ..

Û herwiha tê zanîn ku Komkujiya Helebceyê bûyereke di 16ê adara 1988an de çêbû, dema ku balafirên artêşa Iraqê bombeyên kîmyewî li ser bajarê Helebçeyê barandin.

Di nava çend saetan de li Helebçe û derdora wê qasî 3200-5000 hemwelatiyên Kurd şehîd ketin û bi 10 hezaran jî birîndar bûn. Wek Kurdan û rayagiştî bi navê “enfal” jî tê bi navkirin…

Û herwiha hêjaya were gotin ku bajarê Helebça di keve Başûrê Rojhilatî parêzgeha Silêmaniyê li Başûrê kurdistanê..


Ragihandina ENKS ê
Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.