المجلس الوطني الكوردي في سوريا

QAMIŞLO: YEKÎTÎ KURDISTANÎ SEMÎNAREKÊ LI SER KURTEJIYAN BAVÊ NETEWA KURD LI DARXISTIYE.

0 67

Li ser vexwendina ofîsa sendîkan û rêxistinên civaka sivîl ên Partiya Yekîtî ya Kurdistanî ya Sûriye.

Di roja duşemê 14.3.2022an de,bi boneya bîranîna salvegera 119emin li ser jidayikbûna Barzaniyê nemir semînarek ji aliyê nivîskarê Kurd Konê Reş li navenda PYK-Sê li bajarê Qamişlo hat bi rê ve birin.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr, û nûnerên partiyên siyasî û kesayetên civaknasî û herwiha bi beşdarbûna rêxistinên jinan û ciwanan û xwendekaran jî.

Di destpêkê de, xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan.

Piştre nivîskarê Kurd Konê Reş, rola Mela Mistefa Barzanî û Barzanîyan di navnetewîkirina doza Kurd li qada navçeyî û navnetewî de û qurbanîdana wan ji bo gelê Kurd vegot.

Herwiha Konê Reş,behsa şoreşa Barzanî, çûyîna wî ya Rûsyayê û mirina wî ya di 1ê Avdara 1979an de kir.

Di dawiya semînarê de, hunermend Bavê Alan bi çend sirûdên rêzdar Barzaniyê nemir û rola wî ya qehreman di dîroka gelê Kurd de bilind nirxand.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.