المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA TIL TEMIR Û EBÛ RASÊN BÎRANÎNA“119” SALIYA JIDAYIKBÛNA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ VEJANDIN.

0 66

Îro di roja duşemê 14.3.2022an de, bîranîna rojbûna bavê netewa Kurd Barzaniyê nemir, ji aliyê xwecihiya Til Temir û Ebû Rasên yên bi ser ENKSê ve, li ofîsa Xwecihiya Til Temir hat vejandin.

 

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr,

 

herwiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî û kesayetên civaknasî û olî , herwiha bi beşdarbûna rêxistinên jinan û ciwanan û xwendekaran jî.

 

Herwiha bi beşdarbûna xelkên herêma bajarê Til Temir û Ebû Rasên û gundewarê wan.

 

Di destpêkê de,ahing bi xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan.

 

Piştre hin axaftin hatin xwendin di derbarê vê bîranînê de.

 

 

Mamoste Hemîd Mûsa, gotarek pêşkêş kir û tê de behsa jiyana Barzaniyê nemir û qonaxên têkoşînê yên ku tê de derbas bûne û behsa dîroka wî û nêzîkatiya wî ya rast kir.

 

Herwiha komek ji ciwanan malikên helbestan pêşkêş kirin û bi wê helbestê mezinatiya Barzanîyê nemir û nirxê wî di nav gelê kurd de li her derê diyar kir.

 

Wek tê zanîn her Sal di 14ê avdarê de,gelê Kurd li seranserî Cîhanê bîranîna rojbûna bavê netewa Kurd Mela Mistefa Barzanî vedijînin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.