المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA AMÛDÊ SALVEGERA 119EMÎN JIDAIKBÛNA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ VEJANDIN.

0 89

Di roja duşemê 14.3.2022an de,ahingek bi boneya bîranîna salvegera 119emin li ser jidayikbûna Barzaniyê nemir ji aliyê xwecihiya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, li meydana keraca birêz Mihemed Umer Şêxmûs,hat lidarxistin.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr, û nûnerên partiyên siyasî û kesayetên civaknasî û olî , herwiha bi beşdarbûna rêxistinên jinan û ciwanan û xwendekaran jî.

 

Herwiha bi beşdarbûna xelkên herêma bajarê Amûdê û gundewarê wê.

 

Di destpêkê de,xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan.

Piştre Mamoste Ilyas Hemo, gotarek pêşkêş kir û tê de behsa jiyana Barzaniyê nemir û qonaxên têkoşînê yên ku tê de derbas bûne û behsa dîroka wî û nêzîkatiya wî ya rast kir.

Herwiha ji aliyekî din ve Koma Serxwebon ya Folklora Kurdî beşdarî şahiyê bû û hunermend Bavê Laleş û hunermenda Gula Kurdî komek stranên Kurdî pêşkêş kirin.

Hêjaye gotinê ku, Barzaniyê nemir bi hizir û ramanên xwe gelek xebat û şer û Canfidayî di pirsa kurdî û mafên Kurdistanê de, dikir.

Barzaniyê nemir her wê di dilê kurdan de bimîne…

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.