المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKS ê ve, civînek awarte li darxist..

0 67

Di roja sêşemê” 9″ ê,Adara “2021”an, xwecihiya Rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKS ê ve, civînek awarte li darxist û ev yek bi amadebûna Serokê xwecihiya û piraniya endaman.

Û herwiha di Destpêkê de xulekek bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

Û piştre serokê xwecihiyê M,”Mihemed Sedîq“, naveroka vê civînê ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman:

” îro roja sêşemê” 9″ê Adarê, li ofîsa xwecihiyê civînek hat li darxistin û xalên giring derbarî helkeftinên meha Adarê hatin gengeşekirin”.

Û ji rexekî dî ve M,”Mihemed Sedîq “, berdewam kir:

” di vê civînê de bi awayekî berfireh li ser amadebûna xwecihiyê ji bo li darxista çalakiyan di roja şehîdên “12” Adarê û herwiha “14” Adarê roja dayîkbûna Bavê netewa miletê kurd Mella Mistefa Barzanî , û herwiha li darxista hemû helkeftinên meha Adarê baş rawestiyan û gotûbêj kirin.

 

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.