المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DESTEYA SEROKATIYA ENKSÊ BI NÛNERTIYA MAMOSTE “FÊSEL YÛSIF” HEVDÎTINEK BI HEJMAREK JI ENCÛMENÊN XWECIHÎ YÊN NÛNERTIYA EWREPA RE LI DARXIST.

0 76

Di 7ê vê mehê de , Desteya serokatiya ENKSê bi nûnertiya mamoste Fêsel Yûsif,  hevdîtinek di riya tora Civakî bi hejmarek ji xwecihiyên ENKSê li Ewropa re lidarxist .

Di derbarê naveroka vê hevdîtinê de,mamoste Mihemed Emîn Omer nûnerê Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriya di nûnertiya ENKSê ya Ewrepa de, ji malpera me ya ENKSê re li ser riya telefonê ji Elmaniya ragihand û anî ziman:

“Desteya serokatiya ENKSê,hevdîtinek berfire bi endamên ji hejmarek ji encûmenên xwecihî yên nûnertiya ENKSê ya Ewropa re (Siwêd,Siwêsra,Belcîka û ya başûrî Elmaniya) li ser rûpelek civakî ya enternêtê, di roja Yekşemê 7.3.2021ê de, li darxist.

Herwiha ji aliyê desteya serokatiya ENKSê mamoste Fêsel Yûsif tevlî civatê bibû.

Herwiha mamoste Ebdulkerîm Hacî,serokê nûnertiya Ewropa ya ENKSê bi xêrhatina tevlîbûna endamê desteya serokatiya ENKSê mamoste Fêsel Yûsif kir.

Herwiha piştre mamoste Fêsel Yûsif endamê desteya serokatiya ENKSê,di destpêkê de,

axivî li ser aliyê niştîmanî yê Sûriya li ser civata dawî ya komîta Destûrî li Cinêv ya ku rêjîma Sûriya berpirsiyarê binkeftbûna gera 5emîn û bazdana wê ji daparên giring di dîroka Sûriya û siberoja wê de,û ku rêjîma Sûriya hin mijarnî pêşkêş dikirin ne di lîsta kar de bûn.

Herwiha Omer got jî:

“M.Fêsel Yûsif di derbarê danûsitendinên Kurdî yên di navbera ENKSê û PYNKê de,tekez kir li ser giringiya berdewamiya wê piştî rakirina ew tiştên neyinî ew karên xerab û êrîşkirinên ser  ofîsên ENKSê û berdewamiya binçavkirinan û ragihandinên xerab li ser sumbolên kurdî ji aliyê hin berpirsiyarên PYDê,û pêwîste ku ev karên ku danûsitendinan disekinînin bên sekinandin.
،

Herwiha mamoste Fêsel Yûsif,axivî li ser rewşa Eniya Aştî û Azadî û avakirina saziyên wê rawestiya”.

Herwiha Omer got jî:

“Hemû mijarên hatibûn şirovekirin, hatin gengeşekirin û bersiv  hatin dan ji aliyê hemû endamên ku tevlî vê civata siyasî  bibûn .

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.