المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Rojhilatî Qamişlo civîna xwe ya Heyvan e lidarxist..

0 67

Îro roja Înê” 28 ê ” Sibata “2020 ” an, Encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKS ê ve, civîna xwe ya asayî li darxist.

û ev yek bi beşdarbûna hemû endamên xwecihiyê, ku di civînê de rewşa rêxistinî û nûçeyên herî dawî têde hatin axiftin û li ser rawestiyan.

Piştî ku di destpêkê de xuleke bê dengî rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

Piştre raportê meha bûrî hat xwendin û gengeşe kirin ji aliyê serokê xwecihiyê ve, M,”Şemdî Nebî “, ku tekezî kir beşdarbûna hemû endaman û pabendbûna wan di civînan de û herwiha ji rexekî dî ve di civînê de bi firehî li ser rewşa siyasî axifî û pêşheteyên herî dawî û xalên giring têde hatin gotin û behiskirin,

taybetî li ser rewşa kurdan bi giştî li kurdistana sûriyê de, û herwiha Berêz,” Nebî ” li ser karê xwecihiyê û amadekarî û beşdarbûna wan di vejandinên boneyan û helkeftê meha avdarê de axifî , û herwiha berdewam kir di civînê de li ser vekirina ofîsan li gorî biryara hatî standin ji aliyê desteya serokatiya ENKS ê ve,

û ji rexekî dî ve ser hevdîtinên destaya serokatiya ENKS ê bi nûnerê Emerîkî Wîlyam Robak re, û herwiha têkiliyên wan bi welatên derve ku pêk anîn.

Û di dawiya civînê de Berêz “Nebî “, tekezî kir ser rola xwecihiyê û karê wê yê kurdayetiyê ku di pirojeya neteweyî de berdewam e di vê qonaxa histiyar de.

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.