المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xelkê Kurdistana Sûriya pêşwaziya Termê Hunermendê mezin Se’îd Yûsif kirin ..

0 93

Îro roja Yekşemê “29 ê ” sibata “2020 ” an, termê hunermendê kurd Seîd Yûsif bi riya deriyê pêşxabûrê / Sêmalka

derbasî Rojavayê Kurdistanê bû, û bi meresîmeke xatirxwestinê bi coş û fireh ji aliyê milet û kesayetên siyasî û rewşenbîrî û herwiha Encûmena niştîmanî û rêxistinên sivîl û dost û kesûkarên wî hat pêşwazîkirin û li goristana Qidûrbek yê bajarê Qamişlo bi axê hat spartin û gorzên gulan li ser gora wî hatin danîn.

Û herwiha di merasîmê de gotina Encûmena niştîmanî ji aliyê endamê ofîca siyasî, M,Mihemed Ismaîl ve, hat xwendin, û gotina malbata ji aliyê korê wî ve hat xwendin.

Û di vê derbarê de endama desteya serokatiya ENKS ê M,”Fesla Yûsif “, ji malpera ENKS ê re, anî ziman û got :

“Di destpêkê de em sersaxiyê ji malbata hunermend Seîd Yûsif re dixwazin, û îro bi dilekî xemgînî pêşwaziya termê nemir dikin.
hunermendê kurd yê navdar û hêja di bibistana muzîka kurdî de gelek xizmet di warê neteweyî û ziman û stranan de pêşkêşkiriye”.

û herwiha Yûsif gotina xwe berdewam kir,:”  ku Seîd Yûsif karîbû bi riya stranan hestên xwe û êş û derdên miletê kurd ji cîhanê re  da xuyakirin ; Û ji erkê me ye wefadariyê pêşkêşî canê wî û malbata wî bikin ku stranên wî herdem wê bimîne di cejnên xweşî de û şîniyê de”..

Û tê zanîn, Ku di roja Çarşemê” 26″ sibatê li nexweşxaneyeke Tirkiyê de Hunermendê kurd yê Navdar Se’îd Yûsif çû ber dilovaniya xwedê, ku ev demeke rastî nexweşiya pençeşêra kezebê hatibû  û rewşa wî ya tendirûstî nexweş bû, ji vê yekê berê xwe dabû Tirkiyê ji bo dermankirin û çareseriyeke pizîşkî , lê her rewşa wî ya saxlemî nexweş bû, û bo sedema ku jiyana xwe ji dest bide.

Û di vê derbarê de Mîrê Bizqa kurdî hunermend, “Seîd Yûsif ” dihat naskirin, ji dayîk bûna sala “1947” na,, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, ku jiyana xwe di dibistana huner û muzîka kurdî de derbas dikir û gelek stran ji berhemên wî hatine tomar kirin û ji vê yekê ew bo xwedan dîrokeke dewlemend di hunera kurdî de bi nivîsandin û gotina stranan bi saz û awazên xwe, û yên herdem wê di dilê kurdan de zindî bimîne..

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.