المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Rojhilatî Qamişlo civîna xwe ya asayî li darxist

0 76

Encûmena xwecihiya rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKSê ve , îro roja înê 28ê çileya 2022″an, civîna xwe ya normal li darxist, û ev yek bi amadebûna serokê xwecihiyê û bi hazirbûna piraniya endaman..

Di destpêkê de xuleke bê dang rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

Û piştre rapora ofîsa karûbarên encûmenên xwecihî ji aliyê serokê xwecihiyê ve hate xwendin û şîrovekirin..

Û herwiha di civînê de çendîn mijarên rêxistinî û siyasî li ser hemû astên kurdî li kurdistana Sûriyê hatin gotûbêjkirin ..

Û her di çarçoveya naveroka vê civînê de serokê xwecihiyê M, Mihemed Sedîq” bi giştî behsa babetên giring ser bûyer û pêşhateyên herî dawî yên siyasî li deverê û bi taybetî rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê bi awayekî berfireh gengeşekir..

Û herwiha beşdaran di civatê de rawestiyan li ser rola xwecihiyê û çawaniya pêşketin û aktîvkirina wê di nava cemawer de taybet di vê qonaxa hestiyar de, û ji rexekî dî ve derbarê mijara amadekirin li darxistina helkeftinên meha Avdarê hatin gengeşekirin..

Û her di civînê de ser rewşa rêxistinî jî baş rawestiyan û hemû endamên xwecihiyê nerînên xwe nîşandan derbarê pêşxistina rol û karê xwecihiyê…

Û di dawiyê de spasiya endaman hat kirin ser kar û xebata wan di xwecihiyê de …

 

Ragihandina ENKSê

Qamişlo..Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.