المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA HEVDÎTINA NÛNERÊN ENKSÊ LI GEL ŞÊWERMENDÊ SIYASETA BIRÎTANIYA.

0 95

Di roja duşemê 24.1.2022an de, Şandeke ENKSê, ku ji Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî,

Dr.Ebdulhekîm Beşar û endamê desteya siyasî ya hevbendiyê M. Ebdela Gedo,bi şêwirmendê siyasî yê Birîtanî bo karûbarên Sûriyê, Sam Gêp,li Istenbolê civiyan.

Amadebûyan behsa pirsa Sûriyê û pirosesa siyasî ya navdewletî ji bo Sûriyê kirin, û tekezî li ser pêwîstiya bilezkirina çareseriyeke dadmend ya ku trajediya gelê Sûriyê bidawî dike, li gorî biryarên navdewletî yên pêwendîdar, di nav de biryara 2254, ku rêjîma Sûriyê têde ye. hîn jî xwe ji tevlîbûna rasteqîne di wê proseya navdewletî de dûr dixe.

Herwiha berpirsiyarê Birîtanî dilgiraniya xwe bi hewildana Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ji bo pêşxistina mîkanîzmayên xwe yên siyasî, îdarî, ewlekarî û xizmetguzariyê… û danîna vê yekê di yasaya Hevbendiyê de nîşan da.

Şanda encûmenê spasiya hikûmeta Birîtanî kir ji bo alîkariya darayî bo qurbaniyên kampên penaberan li bakurê rojavayê Sûriyê ji ber bahoz û hewaya dijwar a zivistanê li wir.

Herwiha di hevdîtinê de, behsa rewşa dijwar a gelê Kurd li Sûriyê hat kirin, bi taybet rêyên ku Kurdên aware yên Efrîn,Girê Spî û Serê Kaniyê / vegerin malên xwe, ku çekdarên Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê hê jî nahêle koçberên Efrînê yên dorpêçkirî ji aliyê wan ve, li kampa “Şehba” vegerin malên xwe.

Tevî hemû zehmetiyên vegerê, di heyama sê mehên borî de nêzîkî 2000 malbat vegeriyan malên xwe li Efrînê, û şanda kurdî daxwaz ji nûnerê siyaseta Birîtanî kir ku fişarê li ser HSDê bike da ku rê bide awareyan ku vegerin û nehêle ku zarokên temen biçûk tecnîd bikin.

Û şanda kurdî daxwazek pêşkêşkirina bûrsan pêşkêş kir, bi taybetî ji bo kur û keçên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî, ji bo piştgirîkirina proseya xwendinê ya ku bi encamên koçberiyê û têkdana rewşa xwendinê re rûbirû bû.

 

Di hevdîtinê de, çawaniya rûbirûbûna tawanên revandina zarokên biçûk, kur û keç, ji aliyê çekdarên rûpoşkirî yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve hate gotûbêjkirin, û serokwezîra Birîtaniya, ji bo hevkariyeke li hember vê tawana hovane nîşan da.

Herwiha şanda encûmenê behsa dijwarbûna zehmetiyên jiyanê li Rojhilatê Firatê,bi giştî û navçeyên kurdî bi taybetî kir, di demekê de, ku giravê weke selika xwarinê ya sereke ji Sûriyê re, tê dîtin, em dibînin ku niştecihên wê ji ber êş û azaran dikevin.windakirina bingehên jiyanê, wek nan, şekir, elektrîk, gaz, mazot û yên din, nexasim buhabûna nirxan. têkçûna rewşa aborî, û mûçeyê zêdetirî 1200 welatiyên Kurd ji deverên wan di heyama meha borî de,kocber bûn û proseya koçberiya ji wan heta niha jî berdewame, ku pêwîstî bi hewleke hevbeş heye ji bo bidawîkirina êş û azara hemû van sedeman,bike.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.