Encûmena xwecîhî ya rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKSê ve îro roja înê 26ê mijdara 2021″an, civîna xwe ya asayî li darxist û ev yek bi amadebûna serokê xwecihiyê û bi hazirbûna piraniya endaman..
Û di destpêkê de xuleke bê dengî rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan barzaniyê nemir..
Û piştre rapora ofîsa karûbarên encûmenên xwecihî ji aliyê serokê xwecihiyê ve hate xwendin û şîrovekirin.
Û herwiha di civînê de ser rewşa siyasî û rêxistinî hate gotûbêjkirin..
Û di derbarê vê civînê de serokê xwecihiyê ji malpera ENKSê re M, Mihemed Sedîq” wiha got û anî ziman : ku civîna asayî îro li ofîsa encûmena xwecihiyê hate li darxistin û têde mijarên giring ser babetên siyasî û rêxistinî hate goftûgokirin..
Û herwiha bi giştî ser pêşveçûnên herî dawî yên siyasî ser qada sûriyê bi taybetî rewşa Kurdan li kurdistana Sûriyê baş rawestiyan..
Û herwiha di civînê de endaman ser mijara gefên Tirkiyê û çekdarên wê û kiryarên xirab ku li derheqê navçeyên kurdî de dikin li kurdistana Sûriyê anîn ziman…
Û derbarê rewşa rêxistinî û hilbijartinên serokê xwecihiyê de di civatê de gotûbêjkirin …
Di dawiya civatê de spasiya endaman hate kirin ser karê wan di xwecihiyê …
Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî