المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SEMÎNAREK DIYALOGÊ JI ALIYÊ NIVÎSGEHA JIN Û ZAROKAN YA BI SER ENKSÊ VE BI SERNAVÊ :TUNDÛTÛJIYA SIYASÎ LI DIJÎ JINAN HAT LIDARXISTIN

0 115

Li ser vexwendina Nivîsgeha Jin û Zarokan ya bi ser ENKSê ve, di roja Îniyê 26.11.2021ê de, li navenda PYK-Sê li bajarê Qamişlo, li Kurdistana Sûrîyê , bi beşdariya komek rewşenbîr, siyasetmedar, semînarek diyalogê bi sernavê:Tundiya Siyasî dijî Jinan hate lidarxistin, û bi beşdariya nûnerên rêxistinên ciwan û jinan.

Di derbarê naveroka vê semînarê de, berpirsa ofîsa Jin û Zarokan ya bi ser ENKSê ve, Xanim Ariya Cum’a, ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

 

” me xwest yên beşdarî vê semînerê nêvî Jin û nêvî Zilam bin, tundiya siyasî şidetek e ku mafê jinê yê ragihandina nêrîna xwe ya siyasî û beşdarbûna weke namzetî û hilbijartina tê binpêkirin, û ev yek bandorê li vîn û şiyana wê dike ji bo beşdarbûna di jiyana siyasî de, û ev tundûtûjî binpêkirina mafên mirovan e, û tundiya siyasî di nav malbatê de heye, wek rêgirtin li pêşiya wê ji aliyê xizmên mêr di jiyana siyasî de, ku ev helwest tenê ji bo mêran e”.

Herwiha xanim Ariya got jî:

“Ji aliyê beşdarbûyan ve, hat diyar kirin, ku bi darê zorê dengdana wê ji bo namzedekî taybet rê li ber beşdarbûna jinan di siyasî de digire û ev yek tenê dibe seferberiya siyasî û ne beşdariya rasteqîne, di nav civaka sivîl de, weke partî, rêxistin û sendîkayan jî, ji bo ku jin negihêjin postên serokatiyê, qedexe têne danîn, ji bo biryargirtinê, ji ber ku tirsa wan heye ku nekaribin hevrikiyê bikin, ku çanda siyasî û civakî ji bo jinan jîngeheke ne qenc û ewle ye, ji ber vê yekê divê hemû rêxistin rêbaz û tozika hindirî bugherin û tekeziyê li ser wekhevîya rasteqîn e di navbera jin û mêr de bikin”.

Herwiha Xanim Ariya got:

“Amadebûyan axivîn li ser rola jinan di bizava siyasî û tevgera siyasî ya Kurdî de û sedemên lawazbûna jinan di vê tevgerê de û rola civakê û adetên wê di wê de, û rola jinên Kurd di şoreşên Kurd de, li kêleka mêran amaje bi rola hindek ji wan kesan kirin ku di wan şoreşan de roleke sereke hebûye axivîn.

Û ji aliyekî din ve beşdariyan bal kişandin ser rola bibandor û diyar a jinan di tevgera şoreşgerî û siyasî de piştî derketina şoreşa Sûriyê, bi taybetî di rêxistinên civaka sivîl de”.

Xanim Ariya got jî:

“Ji aliyekî ve, hat diyar kirin, ku li ser rûpel û malperên civakî û tora medyayî yên ragihandinê, bi taybet jina siyasî tê gefkirin ji aliyê kesayetên lawaz û nexweş bi awayekî nebaş û dûrî rasteqîna wê jina saxlem û çalak, ji ber vê yekê divê civak û malbata wê jinê, piştgirya wê bikin ta ev karana, nebin rêgirtin li hember xebat û jiyana wê ya siyasî, û ev hemû jî ji ber wê têgihîştina şaş e ku jin ji bo karkirina di postên serokatî û siyasî de ne şareza ye, jin heyînên lawaz in û mêr ji wan çêtir dikarin barê giran hilgirin, ji ber vê yekê jî pêwîste ev yek were guhertin an jî hewl were dayîn, çanda di civaka me de, çi bi derxistina yasayan ji bo parastina jinan û garantîkirina mafên wan di biryardanê de”.

Herwiha Xanim Ariya di dawiya axaftina xwe de got:

“Armanc ji vê çalakiyê re, ku hemû xalên li ser hatin gengeşe kirin di derbarê mijarê de, em ê sûdê jê bikin ta hemû xalên astengiyê çareserî jê re bê dîtin û em ê nameyekê ji ber bigrin”.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.