المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECÎHIYA ROJAVAYÊ HESEKÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XIST…

0 68

 

Di roja pêncşemê 1.7.2021ê de, encûmena xwecîhî ya rojavayê Hesekê ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî cara yekem li navenda xwe li bajarê Hesekê li dar xist.

 

Di destpêkê de xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan .

Piştre li ser lîsta kar rawestiyan û mijarnî rêxistinî û siyasî gengeşekirin.

di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora hatî ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecîhî hat xwendin û hemû endam hatin agahdarkirin bi biryarên nû yên hatibûn derandin ji aliyê Emendariya giştî.

 

 

 

Û civat bi awayekî berfire li ser rewşa rêxistinî rawestiya, di derbarê pêşketina xwecîhiyê de û bi pêkanîna wê di nava cemawer de, û tekez kir li ser Pabendîbûn û beşdarbûna civatan, bi taybet beşdarbûna bûyeran.

 

 

 

 

Herwiha xwecîhî rawestiya li ser hemû bûyerên herî dawî yên siyasî, di derbarê wê de, civaka navdewletî kir berpirsiyar li hember kirîza Sûrî ta çareseriyê bike li gorî biryara civaka navdewletî 2254

û bi taybet li ser rewşa kurdî -kurdî di derbarê têgihiştinên herî dawî ji danûstendinên Kurdî di navbera ENKSê û PYNKê de, rawestiyan.

 

 

 

Û civat rawestiya li ser bûyera xemgîn ya ku ciwanê kurd bi navê Emîn Îsa Emîn ji gundê Bîrikê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve, di zindanên PYDê de, di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da li gorî agahiyan û wêneyên malbata wî belavkirbûn.

 

Di derbarê vê bûyerê de xwecîhiyê bi tundî şermezar kir û daxwaza lêkolînek zelalmendî ji aliyê navdewletî yên pispor di derbarê van bûyera de.

 

 

 

Herwiha hemû mijarên hatin şirovekirin, ji aliyê beşdarbûyan ve, hatin gengeşekirin bi awayekî zelalmendî.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.