المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Encûmena xwecîhî ya rojhilatê Qamişlo civîna xwe ya asayî li dar xist

0 64

Encûmena xwecîhî ya rojhilatê Qamişlo ya bi ser ENKS ê ve, îro roj” Înê”2ê Tîrmeha 2021an, civîna xwe ya asayî li dar xist bi amadebûna serokê xwecîhiyê û herwiha bi hazirbûna piraniya endaman..

Di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

Piştre di civatê de mijarên girêdayî bi rewşa siyasî û rêxistinî de gengeşkirin..

Di derbarî naveroka vê civatê M,”Mihemed Sedîq ” serokê xwecîhiyê axifî li ser babetên giring derbarî rewşa siyasî de ya niha bi giştî û ya kurdî bi taybetî..

Û ji rexekî dî ve her di civatê de li diyalok û danûstandinan di navbera her du aliyên kurdî de anîn ziman..

Û her di vê civatê de li ser bûyera kuştina ciwanê kurd ” Emîn Îsa ” di bin îşkenceyê de bi destê çekdarên bi ser PYD Ê ve, rawestiyan û ev kiryarên xirab bi tundî şermezar kirin…

Û ji rexekî dî ve li ser rewşa rêxistinî jî baş rawestiyan derbarê firehkirina şaxan di nava xwecîhiyê û aktîvkirina xwecîhiyê û lidarxistina çalakiyan û semînaran di warên siyasî de…

Di dawiyê de spasiya hemû endaman hat kirin li ser berdewamiya kar û xebata wan di encûmenê de …

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.