المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA PAKREWANA CIWAN ELQUTNA SERDANA OFÎSA PYK-SÊ LI BAJARÊ AMÛDÊ KIRIN.

0 67

Bi boneya vekirina ofîsa Partiya Yekîtî Kurdistanî Sûrî li bajarê Amûdê di roja Yekşemê 27ê vê heyvê de, şandek ji encûmena xwecîhî  ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve bi serokatiya mamoste Idrîs Şêx Xelef cîgerê serokê xwecîhiyê serdana ofîsa PYK-Sê kirin.

 

Herwiha şanda xwecîhiya pakrewan Ciwan Elqutna hatin pêşwazîkirin ji aliyê sekretêrê partiyê M.Silêman Oso û endamên rêxistina Amûdê ya PYK -Sê.

 

Herwiha M.Idrîs Şêx Xelef bi navê xwecîhiyê ofîsa PYK-Sê pîrozbahî kir û serkeftin ji bo kar û xebata ofîsê ku têkeve bin xizmeta dosaya gelê kurd xwest.

 

Herwiha di derbarê vê serdanê de, mamoste Silêman Oso jî kêfxweşiya xwe da xuyakirin li ser vê serdanê û piştre hin mijarên siyasî û bûyerên herî dawî anî ziman.

Û bi awayekî zelalmendî li ser danûsitendinên Kurdî yên di navbera ENKSê û PYNKê de rawestiya.

 

Herwiha Oso li ser rewşa ENKSê û amedekirinên kongirê wê jî şirovekir.

 

 

Wek tê zanîn,di roja Îniyê 25ê Pûşbera 2021an de, Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya ofîsa xwe li bajarê Amûdê vekir bi aheng û coşeke mezin û bi beşdarbûna hejmarek mezin ji partiyan û kesayetên niştimanperwer û nûnerên rêxistinên civaka sivîl.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.