المجلس الوطني الكوردي في سوريا

KOMKUJIYA AMÛDÊ JI ALIYÊ XWECÎHIYA AMÛDÊ YA BI SER ENKSÊ VE HAT VEJANDIN..

0 83

 

Bi boneya 8emîn salvegera komkujiya Amûdê di roja Yekşemê 27ê pûşberê sala 2021ê de, ji aliyê encûmena xwecîhî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve li goristana Şermola li bajarê Amûdê hat vejandin.

 

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên rewşenbîr û serbixwe û nûnerên partiyên siyasî û serkirdeyên ENKSê û rêxistinên jinan û ciwanan û bi beşdarbûna şanda ji xwecîhiya bajarê Dirbêsiyê ya bi ser ENKSê ve.

 

Di destpêkê de, bi navê xwecîhiya bajarê Amûdê bi xêr hatina hemû mêvanên beşdar kirin li ser beşdarbûna wan û piştre kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û bi taybet li ser giyanê pakrewanên komkujiya Amûdê digel sirûda netewî Ey Reqîb rawestiyan.

 

Herwiha gotina encûmena xwecîhiya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, ji aliyê serokê xwecîhiyê M.Mihemed Umer Şêxmûs,  hat xwendin, di der barê gotina xwe de,komkujiya Amûdê bi awayekî xemgîn nirxandin û ev bûyer da xuyakirin ku bi armancek siyasî hat kirin ta tevlihevîk mezin çêbibe di nav gelê kurd û tevgera wê ya siyasî ya xwedî piroja netewî.

Herwiha Şêxmûs lê zêde kir û got: Ev komkujî di 27ê Hizêranê sala 2013an de, li ser destên komên çekdar yên bi ser PYDê ve hat kirin, di ancama wê de, şeş kes ji xelkên bajarê Amûdê pakrewan ketin û bi dehan birîndar bûn, Mixabin li ser destên Kurdan pakrewan ketin.

Lê ENKSê bi aqilmendî û berpirsiyarê û bi alîkariya Serok Mesûd Barzanî li hember vê bûyera xemgîn sekinîn û nehiştin birakujî çêbibe di nav gelê kurd de.

 

Herwiha serokê xwecîhiyê di derbarê pêşxiriya Kak Mezlûm Ebdê fermandarê HSDê de ji bi çareseriya vê bûyerê komîtek aştiyê û lihevkirinê hatibû sazkirin ji beriya çend heyvan diyarkir ku ta niha tu ancamên wê nehatine diyarkirin.

Û di dawiya axaftina xwe de, sozbûna xwe da ku wê xwedî bin li doza van pakrewanên xwe, û di dawayia axaftina xwe de spasiya hemû mêvanên beşdar kir .

 

Herwiha gotina malbatê pakrewanan ji aliyê M.Ebdulbaqî Seyda hat xwendin.

Di gotina xwe de diyarkir emê tim van pakrewanên xwe bi bîrbînin û em tiçarî wan ji bîr nakin. Û emê tim ew tiştê ku di her du rojên pêncşemê Û îniyê çêbûne bi bîrbînin, dema bajarê Amûdê hat dorpêç kirin Û di ancama wê de, kuştin, birîndar bûn û êrîşkirina nexweşxaneyan Û girtina mizkeftan Û qedexekirina limêjê Û haweldana qedexekirina bin ax kirina pakrewanan.

Herwiha Seyda got: Ev tawan terorek mezin e Û bi biryarek siyasî hat cîbicîkirin, û Spasiya hemû mêvanên beşdar kir.

 

Herwiha pîştre hemû mêvanên beşdar bi hev re berên xwe dan gorên pakrewanan û baqên gulan danîn li ser hemû gorên pakrewanên komkujiya Amûdê û her li ser gora pakrewanekî axaftinek dihat kirin ji aliyê mêvanên beşdar û piştre wêneyê Elfatîha dihat xwendin.

 

 

Wek tê zanîn komkujiya bajarê Amûdê roja 27ê Hizêrana sala 2013an de, hatibû kirin ji aliyê komên Çekdar yên bi ser PYDê ve, û di ancama wê komkujiyê de, pir ji nişteçiyên bajarê Amûdê pakrewan ketin û birîndar bûn.

Û ta niha alîgir û kujerên vê komkujiya Amûdê serbestin û nehatine diyarkirin û cezakirin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

 

 

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.