المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA HESEKÊ YA ROJAVA CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LIDARXIST..

0 83

Encûmena Xwecihî ya Rojava li Hesekê ya bi ser ENKSê ve, di roja Pêncşemê,29.7.2021ê de, li navenda encumena xwecihî civîna xwe ya asayî li dar xist.

Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên Kurd û Kurdistanê û Mela Mistefa Barzanîyê nemir dest pê kir.

Piştre endaman rojeva rûniştinê ku li ser rewşa rêxistinî ya Encûmenê, geşedanên siyasî yên dawîn, û mekanîzmaya dabeşkirina avê li şêniyên Hisiçayê bû gengeşekirin.

Di rewşa rêxistinî de, endaman tekez kirin ku pêdivî ye ku meriv ji têkçûna hinekan dûr bikeve, û mekanîzmayek guncan ji bo sînorkirina nepêkanînê bibîne.

Di rewşa siyasî de, endaman geşedanên dawîn ên krîza Sûriyê û rewşa Kurd li Sûriyê gotûbêj kirin.Di vê çarçoveyê de, endaman silav li gelê Dere’yê ku ji aliyê rejîmê ve hatine dorpêç kirin, û vegera jiyanê li xwepêşandanên di destpêka şoreşa Sûrîyê .

Ji aliyekî din ve, endaman krîza avê li bajarên Hesekê û Til Temir nîqaş kirin, û endaman bang li Tirkiye û komên dijber kir ku biryarên navneteweyî yên têkildar pêk bînin, ku bi tu awayî rê nadin ku av qut bibe li ser sivîlan, bêyî ku rojev û cudahiyên siyasî hebin, û qereqola Alok ji bazarên siyasî dûr bibin, û ku Tirkiye berpirsiyariya qutkirina avê digire ser xwe, û hewcedariya ku ji stasyona Alok û rêveberiya wê ji hêla dezgehên navneteweyî yên bê alî ve bi rê bibe.

Bi lêçûn û rêberiya Nivîsgeha Karûbarên Encûmenên Xwecihî, biryar hat girtin ku çend komît bên avakirin ji bo belavkirina ava vexwarinê li Hesekê bi rêya tankên ku Encûmena Niştimanî ya Kurd dabîn kirin, li gorî derfetên ku di taxên bajarê yên rojava de hene.

Di daxuyaniyeke taybet de ji bo malpera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, birêz Xelef Emînakê li ser civînê axivî û got: (Civîna mehane ya asayî rewşa rêxistinî ya Encûmenê gotûbêj kir, me tekezî li ser pêwîstiya pabendbûna hin xemsaran kir, û rewşa siyasî û pêşhatên di kirîza Sûriyê de, û dorpêça ku li ser bajarê Der’yê, dergûşa şoreşa Sûriyê ji aliyê rêjîmê ve hatiye sepandin, gotûbêj kirin)

Emînakê wiha berdewam kir: (Ji aliyek din, me li ser domandina krîza qutkirina avê li bajarên Hesekê û Til Temir nîqaş kir, û li ser bingeha biryara Ofîsa Karûbarên Encûmenên Xwecihî, komîteyan hatin avakirin ku avê li mirovan belav bikin bi tankan ve li gorî şiyana heyî).

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.