المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DÊRIKÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN Û SEROK Û DU CÎGIRÊN WÎ HILBIJARTIN.

0 88

Encûmena xwecihî ya Dêrikê ya bi ser ENKSê ve, li Dêrikê di roja pêncşemê 29.7.2021ê de, civîna xwe ya asayî li dar xist.

Di destpêkê de kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanan rawestiyan, piştre rapora Ofîsa Karûbarên Encûmenên Xwecihiyan hate xwendin.

 

Dûvre civîn guftûgo kir li ser geşedanên herî dawî yên siyasî û ewlehî yên li Kurdistana Sûrîyê bi taybetî, û herêm bi giştî rû didin.

 

 

Di dawiya civînê de, serokatiya nû ji bo encûmena xwecihî hate hilbijartin, ku her şeş mehan sîstema dewriyeya serokatiyê dipejirîne. Birêz Hesen Kamal wek serokê encûmena xwecihî li Dêrikê, û birêz Hesen Murad û Nîzar Şahîn wek cîgirên wî hatin hilbijartin.

 

Birêz Hesen Kemal, serokê herêmî yê nûhilbijartî, ji malpera me re got ku ew dê bi hemû cidîyetê kar bike ji bo çalakirin û vejandina siyaseta Encûmena Niştimanî li devera Dêrikê û gundên wê di hemû astên siyasî, rêxistinî û civakî de.

Ragihandina ENKSê

Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.