المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA GIRIKÊ LEGÊ YA BI SER ENKSÊ VE CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DARXIST.

0 72

Di roja înê 19.2.2021ê de,encûmena xwecihî ya Girikê Legê ya bi ser ENKSê ve,civîna xwe ya asayî li navenda PDKSê li darxist.

Di destpêkê de xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan .

Herwiha Serokê xwecihiyê birêz Salih Cemîl bi xêrhatina hemû endamên beşdar kir û piştre, civat rawestiya li ser rewşa rêxistinî.

di derbarê rewşa rêxistinî de,rapora hatî ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin û hemû endam hatin agahdarkirin bi biryarên nû yên hatibûn derandin ji aliyê Emîndariya giştî ya ENKSê.

Û civat bi awayekî berfire li ser rewşa rêxistinî gengeşekirin,di derbarê pêşketina xwecihiyê de,û bicihênana wê di nava cemawer de.

Herwiha civat rawestiya li ser hemû bûyerên herî dawî yên siyasî û bi taybet li ser rewşa kurdî û Kurdistanî.

Herwiha hemû mijarên hatin şirovekirin pirs û bersiv jî hatin kirin ji aliyê beşdarbûyan Û tekez kirin li ser amedekirina vejandina hemû helkeftên heyva avdarê.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.