المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Birîna Eletrîka Niştîmanî li Kurdistana Sûriyê û gazinên welatiyan..

0 84

Li kurdistana Sûriyê beşekî mezin ji welatiyên bajarê Qamişlo zehmetiyan derbarî birîna eletrîkê dibînin ku eletrîka niştîmanî ji “24” demjimêran rojane “1” demjimêr tenê heye  ,

yan di rojê de bi carekê tê birîn û ev yek dibe cihê pirsgirêkê di gel welatiyan….

Û herwiha li ser şopandina me ji mijara rewşa Eletrîkê , welatiyên Qamişlo gazinên xwe diyarkirin û welatiyekî ji  malpera ENKS ê re anî ziman û got:

” Welatî li Rojavayê kurdistanê êdî rûbirûyê gelek zehmetiyan dibe yek ji wan rewşa Eletrîka niştîmanî ye ku di rojê de tenê yek demjimêr tê û eletrîka Empêran “8”demjimêran heye, û herwiha ,

her çend rojan nirxê Empêran tê guhertin û buhayê wê bilind dibe û niha nirxê her 1 Empêr bi “3”hezar lêreya sûrî hatiye destnîşankirin û her malekê Sê yan Çar Empêr kişandine, hin malan 6 Empêr kişandine û ev bilindbûn dibe cihê nerazîbûna welatiyan “.

Û di vê derbarê xwediyên jeneratoran dibêjin giranbûna nirxê pêdawistiyên taybet bi jeneratoran û geva pirsgirêkek biçûk çêdibe bi nirxekî bilind tê çareserkirin û carnan beşên wê bi zehmetî tê peydakirin û dibe sedema buhaya nirxê Empêran..

Û herwiha di heman mijarê de welatiyekî dî ji malpera ENKS ê re ragihand û got:

” Ev demek e Eletrîka niştîmanî û herwiha ya ampêran jî li hin taxan bi carekê hatiye birîn û ev yek ji pirsgirêkên herî bi bandora taybetî ye , malbatên ku xwendekarên dibistanê yan jî nexweşê wan hebin astengiyan derbarî birîna eletrîkê de dibînin.

 

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.