المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ YA BI SER ENKSÊ VE SERDANA OFÎSA PDKSÊ YA LI DIRBÊSIYÊ KIRIN Û PÎROZBAHIYA SERBEST BERDANA ENDAMÊN WAN KIRIN.

0 63

Şandek ji encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewan Ciwan Elqutina ya bi ser ENKSê ve, îro roja Sêşemê 9ê mijdara 2021ê, serdana ofîsa PDK-Sê ya bajarê Dirbêsiyê kirin bi boneya pêşkêşkirina pîrozbahiyê derbarê serbest berdana endamên wan birêz Mihemed Eyo endamê destaya şêwirdariyê ya PDK-Sê û her du endamên komîteya herêmî birêz Mihemed Salih Şilal Ahmed û rojnamevan ” Berzan Hisên ”

Herwiha ev şand bi serokatiya serokê xwecihiyê M.Idrîs Şêx Xelef û endam û Alîgirên xwecihiyê ve pêk dihat…

Di derbarê vê serdanê de, serokê xwecihiyê bi navê xwecihiya Dirbêsiyê pîrozbahiya serbest berdana endamên PDK-Sê kir û girtin û binçavkirina wan bi tundî şermezar kir û têde diyar ku ev kiryaran dikevin xizmeta berjewendiyên dijminên Kurd û em bi hêvî ne hemû girtî bên serbest berdan û bibe cihê rehetiyê li cem gelê Kurd, ta carek din ev diyaloka Kurdî -Kurdî dest pê bike

Wek tê zanîn ku di roja “17”ê Tîrmeha 2021ê, de hejmarek ji endamên partiya Demokrata Kurdistan-sûriya hatibûn girtin ji aliyê Asayîşa bi ser PYDê ve ..

Û roja înê 5ê mijdarê serbest ji zindanên PYDê de hatin berdan her yek ji M, Mihemed Eyo ” endamê desteya şêwirdariyê ya bi ser PDKSê ve û serokê berê ya xwecihiya Kornîş ya bi ser ENKSê ve , û her du endamên komîteya herêmî M, ” Mihemed Salih ” û M, “Berzan Hisên ” rojnamevanê kurd ….

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.