المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ YA BI SER ENKSÊ VE BI MERASÎMÊ KOÇKIRINA TÊKOŞER “ŞERÎF ŞÊXÊ” RABÛN.

0 60

 

Di roja Yekşemê 31.10.2021ê de, encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve, bi merasîmek bi nirx têkoşrê wefedar li goristana bajarê Dirbêsiyê li Kurdistana Sûrî M.Şerîf Şêxê bavê Kendal sipartin axê .

 

Herwiha li ser gora têkoşer hin axaftin jî hatin kirin .

 

Gotina Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê ya bi ser ENKSê ve, ji aliyê serokê xwecihiyê M.Idrîs Şêx Xelef ve, hate pêşkêş kirin .

Di derbarê axaftina xwe de, rol û kurtejiyana têkoşer Şerîf Şêxê, ji aliyê kurdayetiyê, niştimanî, aştiyê, civakî û xêrxwaziyê diyar kir û bi awayekî bilind nirxand.

 

Herwiha gotina hevalê, têkoşer Şerîf Şêxê, ji aliyê birêz Mahmûd Bedran ve, hate pêşkêş kir.

 

Di dawiyê de, hemû beşdaran hatin spas kirin ji aliyê encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê ya bi ser ENKSê ve.

 

 

Kurtejiyana têkoşer Şerîf Şêxê.

 

Şerîf Şêxî di sala 1955’an de li gundê Sîha yê bi ser zirganê ve li Kurdistana Sûrî, ji dayîk bûye, xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe qedandiye û xwendina xwe ya navîn û amadeyî li bajarê Dirbêsiyê qedandiye.

 

Piştî wê peymangeha Çandiniyê temam dike û piştre tevlî lêşgeriya neçar ya Sûriyê dibe û di sala 1970ê de tevlî refên tevgera kurdî, Partiya Çep û Partiya Karkeran dibe, heta ku digihe sekreteriyê wek endamekî rêveber.

 

Û ew di yekîtiya partiya çep û partiya Karkirinan de, bû alîkar û di sala 2002’an de dev ji xebata partiyê berda.

 

Û karmendê sîloyên genim li Dirbêsiyê bû.

Herwiha têkoşer bavê Kendal, di destpêka şoreşa Sûriyê de bêyî teqawidbûnê ji karê xwe hat sekinandin.

 

Û li Dirbêsiyê beşdarî tevgera siyasî bû û endamê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûrî bû û başdarî xwepêşandanan li kolanên Dirbêsiyê dibû û Encûmena Aştiya Gelêrî li Dirbêsiyê damezrand û di Komela xêrxwazî ​​ya Dirbêsiyê de kar dikir.

Û di roja yekşemê 31.10.2021ê de, li bajarê Dirbêsiyê li Kurdistana Sûrî koça dawî kir.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.