المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Gewrigoskê: Şandek ji PDK-Sê serdana malbata ciwana kurd Şefaha Salih kirin û sersaxîyê ji wan re xwestin

0 61

Tê zanîn ku roja şemiyê ” 9″ ê Cotmeha 2021″an, ciwana kurd ” Şefaha Seleh Osman ” ji sedema nexweşiyê jiyana xwe ji dest da…

 

Û herwiha roja yekşemê ” 31″ Cotmeha 2021″an, şandek ji rêxistina Gewirgoskê ya bi ser Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya ve , serdana malbata ciwana kurd ” Şefaha Osman ” kirin …

 

Û ev şand ji endamên komîteya herêmî û hin endam û alîgirên partî û endamên koma Narîn ya huner û folklora kurdî pêk dihat…

 

Û ev şand di derbarê vê serdanê de sersaxîyê ji malbatê re pêşkêşkirin….

 

Û hêjaya were gotin ku ciwana kurd” Şefaha Osman ” ji dayîk bûna sala 2004an , li gundê “Tebka” ya bi ser navçeya Dêrikê ve , û herwiha koçberî Herêma kurdistanê bûn û li kampa Gewirgoskê ya penaberên kurdistana Sûriyê nişteçî bibû ..

 

Û yek ji endamên koma Narîn bû ya huner û folklora kurdî , û di 9 Cotmeha 2021″an de ji sedema nexweşiyê pençeşêrê koça dawî kir û li gundê Tebka ya Rojavayê kurdistanê bi xakê hate spartin…

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.