المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA ASAYÎ YA ŞAXÊN BI SER WÊ VE LI DARXIST..

0 77

Îro di roja pêncşemê 17.12.2020an de,encûmena xwecihî ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,civîna xwe ya asayî ya şaxên bi ser wê ve li darxistin.

Herwiha di destpêkê de, xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan Û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan.

Herwiha piştre serokê xwecihiyê mamoste Idrîs Şêx Xelef bi xêr hatina hemû endaman kir û rewşa rêxistinî gengeşe kir û tekezî li ser firebûna şaxê bajar û gundan kir.

Herwiha cîgerê serokê xwecihiyê mamoste Eşref El-mella tekezî kiri li ser pêwendiya hemû endaman li ser beşdarbûna civatan.

Herwiha serokê xwecihiyê, mamoste Idrîs Şêx Xelef,rewşa siyasî şirovekir.

bi taybet li ser danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de.

Herwiha Serokê xwecihiyê rawestiya li ser êrîşkirinên herî dawî li ser ofîsên encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve,(Amûdê,Dirbêsiyê û ofîsên partiyên bi ser ENKSê ve) ji aliyê nenasan ve

û serokê xwecihiyê diyarkir ku ev karên xerab nikarin ENKSê rawestînin li ser kar û xebata wê ya piroja neteweya kurdî û li ser yekrêzî û yekhelwesta Kurdî li Sûriya ya ku ev danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de.

Herwiha civatê ev êrîşkirinên bi ser ofîsên encûmenên xwecehî û partiyên bi ser ENKSê ve bi tundî şermezar kirin.

 

Herwiha cîgerê xwecihiyê mamoste Eşref El-mella rawestiyan li ser bûyera hawildana şewitandina tirimpêla xwe  û ofîsa Xwecihiyê ji aliyê nenasan ve.


Ragihandina ENKSê
raport:Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.