المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera yekemîn li ser koçkirina Mamoste Ekrem El-mella li gundê Til eylûlê hat vejandin.

0 107

Bi vexwendina rêxistina Dirbêsiyê ya PDKSê Salvegera yekemîn li ser koçkirina dawî ya  Nivîskar Rojnemevan û Siyasetmedar Ekrem El-mella endamê destaya şêwirdariyê ya PDKSê ji aliyê rêxistina Dirbêsiyê ya PDKSê li bajarê Dirbêsiyê li gundê Til eylûlê hat vejandin.

Di roja pêncşemê 17/12/2020an de,hejmarek ji hevalên PDKSê û bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û rewşenbîr herwiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî û encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê serdana gora têkoşer Ekrem El-mella kirin.

Herwiha hemû mêvanên beşdar hatin bi xêr hatin ji aliyê rêxistina Dirbêsiyê ya PDKSê
Piştre xulekek bê deng
li ser giyanê rahmetiyê Ekrem El-mella hat sekinandin û wêneyê Elfatîha li ser giyanê wî yê pakj hat xwendin û baqên gulan li ser gora rahmetî hatin danîn.

Herwiha Piştre gotina rêxistina Dirbêsiyê ya PDKSê ji aliyê mamoste Omer Emo hat axaftin,

di destpêkê de bi xêr hatina mêvanên  beşdar kir û axaftina wî di derbarê nirxandina kar û xebata rahmetî de bû, ya ku cihê şanaziyê bû li cem heval û dostên wî ya ku koçkirina wî xisaretek mezin li cem wan û li cem tevgera siyasî ya kurdî bi giştî bû.

Herwiha berpirsiyarê malbenda Ekrem Elmele mamoste Rêber Seyda jî axaftinek kir û di derbarê wê de nirxandina kar û xebata mamoste Ekrem El-mella bû û sipasiya hemû mêvanên beşdar kir.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.